Serokwezir Binali Yildirim: "Car carna dive di Lijneya Weziran da guherin be kirin ü ev ji hewcedariya demokrasiye ye. Helbet dema şert ü merc çebin ü pewisti hebe we guherin be kirin. Em e ve ji pişti şewra bi Birez Serokomar ra bikin. Miheqeq em e di mehen peş da li ser ve mijare biaxivin."
Yildirim daxuyani da Bloomberg Newse ü pirsen der bare rojeve da bersivandin.
Binali Yildirim diyar kir ji bo guherina destüra bingehin bi temami bikeve rewace diroka hatiye eşkerekirin 3ye Mijdara 2019an e ü wiha got: "Di ve diroke da we hilbijartina gişti ü ya serokomariye bi hev ra ben kirin ü li gor encamen hilbijartine ji pergala hikümeta serokomariye bi temami bikeve rewace."
Yildirim diyar kir hin mijar ji pişti encamen teqez hatin eşkerekirin we bikevin rewace ü wiha axivi: "Ya yekem tekiliya Serokomare me bi partiye ra çedibe. ve gave tu tekili tuneye. We bikaribe bibe endam ü em e ji bi kexweşi wi vexwinin partiye. Lewra damezrener ü serokatiya partiya me kiriye ü niha ji Serokomare me ye. ya duyem ji pişti endamtiye we Birez Serokomare me bikaribe bibe seroke gişti. Ev ji daxwaza wi ye. Em e ve bi ci binin."
Binali Yildirim li ser pirsa di kabineye da we guherin çebe yan na wiha xeber da: "Car carna dive di Lijneya Weziran da guherin be kirin ü ev ji hewcedariya demokrasiye ye. Helbet dema şert ü merc çebin ü pewisti hebe we guherin be kirin. Em e ve ji pişti şewra bi Birez Serokomar ra bikin. Miheqeq em e di mehen peş da li ser ve mijare biaxivin." -
|