Ajansa Avadani ü Alikariya Penaberen Filistini yen li Rojhilata Nez a Neteweyen Yekbüyi (UNRWA) hişyari da ü got, erişa muhtemel a ku İsrail bibe ser Refahe te meneya zedetir kişandina eş ü eleman ü kuştina sivilan.
UNRWAye li ser Xa platforma medyaya civaki der bare erişa bejahi ya muhtemel a ku İsrail we bibe ser Refahe da daxuyani da.
Di daxuyaniye da hat gotin, heta ku pekan be UNRWA we li Refahe be ü alikariye bide gele hereme.
Di daxuyaniye da li ser encamen erişa muhtemel a ku İsrail bibe ser Refahe da wiha hat gotin, "Erişa ku İsrail bibe ser Refahe te meneya zedetir kişandina eş ü eleman ü kuştina sivilan."
Arteşa İsraile sere sibe daxuyani dabü ü ji Filistiniyen ku xwe spartine Refahe xwestibü ku hin taxen li rojhilate Refahe vala bikin.
Arteşa İsraile bangi Filistiniyen ku li taxen rojhilate Refahe dijin kiribü ku "biçin heremen insani" yen el-Mewasi ü Xan Yunise. -
|