Şewirmende Ragihandina Ewlehiya Neteweyi ya Qesra Spi John Kirby got ew piştgiriye nadin erişa bejahi ya berfireh ya İsraile ya li ser Refahe ü Seroke Amerikaye Joe Biden bi eşkere fikaren xwe yen der bare ve erişe da ji Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahu ra ragihand.
Şewirmende Ragihandina Ewlehiya Neteweyi ya Qesra Spi Kirby di civina çapemeniye ya ku bi telekonferanse li dar xist da behsa erişa İsraile ya li ser Refahe ü helwesta Amerikaye kir.
Kirby got arteşa İsraile ji wan re gotiye ku erişa duh a li ser Refahe "operasyoneke sinordar" e ü destnişan kir ku İsrail "ji bo ku Hemas çekan neguheze Xezeye" ev gav avetiye.
Kirby ani ziman ku nerinen wan en der bare Refahe da neguherine ü wiha axivi: "Me gelek caran ü bi dubare gotiye ku em piştgiriye nadin operasyoneke bejahiye ya berfireh ya li ser Refahe ku evqas nifüse di xwe da dihewine."
Kirby got erişeke bejahi ya bi vi rengi we jiyana 1,5 milyon sivilen Filistini bi awayeki cidi bixe nav rewşeke xirab.
Kirby daxuyand ku Seroke Amerikaye Biden duh ji Serokwezire İsraile Netanyahu ra "bi eşkere" fikren xwe yen der bare erişa li ser Refahe ya ku we bibe sedema krizeke miroviye ani ziman ü pirsen der bare amadahiyen İsraile yen ji bo erişa bejahi ya li ser Refahe da ji be bersiv hişt.
Kirby diyar kir ku dive deriyen sinor yen Refah ü Kerem Şalome vekiri biminin ku alikariyen mirovi derbasi Xeta Xezeye bibin ü ew her tim van mijaran ji hevtayen xwe yen İsraili ra radigihinin. -
|