Wezîr Bîlgîn: "Civîna ewil a ji bo mehaneya kêmtirîn wê di 1ê çileya pêşîn da çêbibe"

25.11.2021 12:26

Wezire Xebat ü Ewlehiya Civaki Vedat Bilgin daxuyand civina ewil a Komisyona Tespitkirina Mehaneya Kemtirin we di 1e çileya peşin da be kirin.

Bilgin ji nüçegihane AAye ra daxuyand mehaneya kemtirin ya sala nü we ji hela Komisyona Tespitkirina Mehaneya Kemtirin ya ku ji nüneren karker, karsaz ü hikümete pek ten va be tesbitkirin.

Wezir Bilgin got civine di bin bane Wezareta Xebat ü Ewlehiya Civaki 1e çileya peşin da çebibe.

Komisyona ku ji 15 kesan pek te we mehaneya kemtirin tesbit bike

Di Komisyona Tespitkirina Mehaneya Kemtirin da li ser nave karkeran Turk-İş, li ser nave karsazan ji Konfederasyona Sendikaya Karsazan (TİSK) we beşdari civine bibin.

Ji nüneren karker, karsaz ü hikümete her yeki 5, tevahi 15 kes we mehaneya kemtirin tesbit bikin.

Komisyone heta dawiya meha çileya peşin 4 civinan bikin ü reqame mehaneya kemtirin diyar bikin.

Niha mehaneya kemtirin brut 4 hezar ü 203 lire ü 56 quriş, net ji 2 hezar ü 825 lire ü 90 quriş e. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '