Li Iraqê Îstiqrara Siyasî Tuneye"

10.01.2014 11:49

Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û der barê geşedanên li Iraqê û çavkaniyên vejenê de daxuyanî da. Davutoglu dest nîşan kir, ji ber ku li Iraqê îstiqrara siyasî tuneye pirsgirêk derdikevin holê.

Wezire Karen Derve Ahmet Davutoglu bü mevane Maseya Editoran a AAye ü der bare geşedanen li Iraqe ü çavkaniyen vejene de xeberda.



Davutoglu diyar kir ku li Iraqe pişti şer pirsgireka ceyran ü vejene dewam dike ü wiha pe de çü: "Ji bo istiqrara siyasi bi cih bibe du re hene, parvekirina hez ü çavkaniyan. Mixabin di ve mijare de ji bo parvekirina çavkaniyen hidrokarbon zagon nehatine amadekirin. Ji ber ve ji pirsgirek derketin le jiyan didome. Ji ber ve nediyariye ü gengeşiyen hiqüqi gele Iraqe dikeve tengasiye."



Davutoglu diyar kir ku nefta Iraqe ji bo ku bigiheje Ewropa ü çar aliye dinyaye heri baş ü hesan ji ser Tirkiyeye dikare be belavkirin ü wiha dewam kir: "Tirkiye ji bo ve yeke pir baş e. Hikümeta Iraqe ji ve rastiye dizane. Di hevditina min a heri dawin a bi Maliki ü rayedaren din re min ev yek bi lev kir ü wan ji diyar kir ku dixwazin çavkaniyen xwe yen vejene ji ser Tirkiyeye bigihinin Ewropaye. Ji bili ve ew çavkaniyen ku li Herema Kurdistane ne ji em dixwazin li gor re ü reziken destüra bingehin a Iraqe ben şandin. Di destüra bingehin a Iraqe de çi te gotin em ji li gor we tevdigerin."



Wezire Vejene Taner Yildiz ji di serdana xwe ya Iraqe de li ser mijaren ku Davutoglu ani ziman sekinibü. Davutoglu bal kişand ser we deme ü got: "Dema ku wezire me hat Bexdaye hin xernexwazan digotin de nikaribe biçe Hewlere. Ev kesen ku xernexwaz dixwazin li Tirkiyeye qeyran hebe ü navbera we ü Iraqe ji qet baş nebe. Heri zede Tirkiye dixwaze ku Iraq pirsgireka nav xwe çareser bike, lewra ev yek de bi keri me ji be. Me bi hev du re gelek peyman çekir ü em dixwazin ku peymanen nü ji çebikin. Parvekirina hatiniya nefte di navbera HKIFye ü Hikümeta Iraqe de niha ne diyar e. Ji bo ve ji me peşniyariyen xwe bi wan re parve kir. Dema ku Neçirvan Barzani hat Konyaye me li ser ve mijare xeberda ü em li ser çareseriyeke ku her kes de je kere bibine sekinin."



-"ASA, bi DİŞI ü rejime re tedikoşe"-



Davutoglu destnişan kir ku li Süriyeye di seri de Hizbüllah ü tevli hemü hezen biyani dive ji we dere ben derxistin ü axaftina xwe wiha domand: "Hezen rejima Süriye, hezen PYDe ü hezen El-Qaideye ji bo me wek riska ewlehiye ne. Li ser Tirkiyeye xebateke pisikolojik te kirin. Tirkiye weke ku piştgiriye dide hezen biçek te nişandan."



Davutoglu ji bo DİŞIye ji got: "Li baküre Süriyeye pişti ku mixalefeteke bi hez çebü di we deme de ji Dewleta İslami ya Şam ü Iraqe (DİŞI) derket hole. Li pey ve te xuyakirin ku di navbera wan ü rejime de hevpari heye."



Li Süriyeye hezen PYDe cihe ku kurd le dijin ü DİŞI ji cihen ku ereb le dijin dixwazin bixin bin kontrola xwe. Davutoglu ji ber ve rewşe ji got: "Tirkiye li hemberi van rewşa tu car bedeng nema ü ewe nemine ji. Ji bo me hezen giredayi rejima Süriyeye, hezen PYDe ü hezen El-Qaideye hemü ji bo ewlehiye risk in. Li Süriyeye muxatabe me Arteşa Süriye ya Azad (ASA) Konseya Neteweyi ya Süriyeye ye. Lewra ew ji ji ber ku dixwazin siyaseta sivil pek be. Yani li Şame be ji ew kesen ku beşdari qirkirinan nebüne, muxatabe me ew kes in." - Ankara

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '