10.01.2014 17:18
Serokwezîr Erdogan wiha got: "Em çawa ku serxwebûna welatê xwe dixwazin, wisa jî li ser rûyê erdê serxwebûna welatên din jî girîng dibînin û vê daxwaza wan diparêzin. Em ji dil piştgiriya aştiyê dikin.
Serokwezir Recep Tayyip Erdogan li Malezyaye beşdari konferanseke bü ü axivi. Erdogan di axaftina xwe de bi taybeti li ser İslame ü bi taybeti ji li ser baweriya biratiye sekini.
Erdogan da zanin ku ji bo peşveçüna tekiliyen di navbera Tirkiye ü Malezyaye de xebaten xwe didominin ü wiha dewam kir: "Li rojavaye Asyaye Tirkiye ü li rojhilate Asyaye ji Malezya dive zedetir hevkariye bikin ü bibin şirik. de bi vi awayi li ve erdnigariye feydeyeke mezin bidin aşti ü peşveçüne."
Serokwezir Erdogan destnişan kir ku 10 sal bere Tirkiyeye di qada navneteweyi de 45 milyon dolar alikari kiriye, iro ji ev hejmar gihiştiye 2,5-3 milyar dolari ü wiha axivi: "Em li vir li pey berjewendiyan ninin, li pey reklam ü imaje qet ninin. Em çiqas berjewendiyen welate xwe diparezin wisa ji yen dinyaye ji diparezin, yane em li pey edalete ne. Em çawa ku serxwebüna welate xwe dixwazin, wisa ji li ser rüye erde serxwebüna welaten din ji giring dibinin ü ve daxwaza wan diparezin. Em ji dil piştgiriya aştiye dikin."
Erdogan diyar kir ku nirxen mirovahiye diparezin ü ji ber ve ji dixwazin tevli Yekitiya Ewropaye bibin ü wiha got: "Çimki em dizanin ku dinya çiqasi peş bikeve em e ji ewqasi peş bikevin. Li dinyaye çiqas aşti hebe, herem ü welate me ji de ewqasi bikeve nav aştiye." - Ankara