Seroke Amerikaye Donald Trump ragihand ku welate wi de ji Peymana Hezen Nukleere ku menzila wan navini ye ya ligel Rüsyaye, vekişe.
Trump li eyaleta Nevadaye pişti axaftina xwe ya hilbijijartine, der heqe Peymana Hezen Nukleere ku menzila wan navini ye ü di navbera Amerika ü Rüsyaye da hatiye imzekirin da daxuyani da rojnamegeran.
Trump idia kir ku Rüsya peymane binpe dike ü wiha dewam kir, "Ev büye gelek sal ku peyman binpe dikir ü herwiha ez nizanim be ka Serok (ye bere) Barack Obama çima ev mijar gotübej nekir an ji ji peymane venekişiya."
Trump diyar kir ku ew e destür nedin ku Rüsya, peymaneke nukleere binpe bike ü çeken ku Amerika izna we nade, çeke ü wiha dewam kir, "Em li ser peymane man ü me reza xwe nişani peymane da, lebele mixabin Rüsyaye rez nişani ve peymane neda ü ji ber ve çende ji em e peymane fesx bikin ü em e ji peymane vekişin."
Trump got ku heger Rüsya ü Çin bi peymaneke nü neye ber deriye wan, Amerika de çeka xwe çeke.
Peymana Hezen Nukleere ku menzila wan navini ye ü armanca we ji parastina Amerika ü mitefiqen we yen li Ewropa ü Rojhilata Dür e, di 1987an da li Washingtone hat imzekirin.
Peyman we yeke li Rüsya ü Amerikaye qedexe dike ku moşeken bireber ku menzila wan 300-3400 mil e ü ji bejaye ten agirkirin, bikirin, çebikin an ji test bikin. Amerikaye gelek cari Rüsya tawanbar dikir ku ve peymane binpe dike. -
|