Meraqdaren weneyan en çün gundewaren Erzirome, ji bo kişandina weneya guldexwinen ku li hereme ji bo 3 hefteyan vedikin, derketin raqima 2 hezar ü 352yan.
Guldexwinen resen en ku li gundewaren navçeya Qereyaziye heşin dibin, di nav gel da di heman deme da weki "Taca Qral" ü "Naqosa Zozan" ji te binavkirin.
Bi peşengiya Şaredariya Bajare Mezin a Erzirome komeke meraqdaren weneyan hat cem hev, derket çil ü çiyayen Taxa Yucelike ü li raqim 2 hezari weneyen guldexwinan kişandin ku emre wan 3 hefte ye.
Beşdaren kome pişt ra daketin navenda navçeye, weneyen jinen li ber tendüre nan dipejin kişandin ü her wisa hunermenden heremi ji bi tembüren xwe ji bo kome stran gotin.
Seroke Komeleya Hunera Weneyan a Erzirome Prof. Dr. Yildiran Yildirim ji peyamnere AAye ra diyar kir, bi xweşikahiyen xwe yen siruşti va bajer, havin ü zivistan dimen ü menzereyen newaze radixe ber çavan.
Şeniye devere Yasin Gonen bal kişand ku emre guldexwinan 20 roj e ü wiha dewam kir, "Em di maweya vekirina guldexwinan da ji derva mevanan dieziminin. Teqez em nahelin pez ber bi cihen ku guldexwin le vedikin ben berdan ü her wiha ev der ben çerandin." -
|