Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 08/05/2024 06:01 
News  > 

Li zozanan dest bi derxistina hingiv kirin

19.10.2019 15:24

Li zozanên Hîzanê dest bi derxistina hingiv kirin.

Li zozanen Hizana navçeya Bidlise dest bi derxistina hingiv kirin.

Mozvan kevaren xwe bihare datinin zozanen bilind en floraya nebaten wan zede ne ü moz hingive tebii çedikin.

Ji bo nermayiya kevaran di asteki da bigrin dora wan bi şitlen dara biye, sergin ü heriye te suyaxkirin. Pişti pevajoyeke zehmet mozvan hingiv derdixin ü difroşin.

"Em hingive rind derdixin"

Seyithan Ekinciye Seroke Yekitiya Hilberineren Hingiv a Hizane daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku li navçeye 350 hilberineren hingiv mozvaniye dikin.

Ekinci got ji ber şert ü mercen demsale isal hilberine bi ber ü bereket be ü wiha pe da çü:

"Me li zozanan dest bi derxistina hingiv kir. İsal kemzede 3 mehan şili nebari ji bo we dem baş derbas dibe. Di ve heyame da dema şili nebare nektara li ser nebatan dimine ü dibe avantaj. Em hingive bi qelite derdixin. Hingive Hizane li dinyaye te zanin. Jixwe em havine dest bi komkirina siparişan dikin. Dema hingiv derdixin ji siparişan dişinin. Ji ber zedebüna siparişan em xwe pe ra nagihinin. Par moz geleki hişk bün ü ji ber ve hingiv kem derket. İsal rewş baş e."

Aydin Gulmake mozvan ji got ji kal ü bave xwe hini vi mesleki büye.

Gulmak got ji ber ku par moz zede mirin hingiv kem derket ü wiha axivi: "İsal rewş baş e. Em hingive tebii derdixin. Pişti derxistina hingiv mozan bari heremen germ dikin. Ji ber ku hingive me tebii ye geleki eleqeye nişan didin." -



 
Latest News





 
 
Top News