Li Wan, Müş, Hekari ü Bidlise berf ü bagere reya 201 ci waran girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajare Mezin a Wane hat dayin, ji ber berf ü bagere reya 79 taxen çiyayi girti ne.
Ekiben berfe ji bo vekirina reyan, paqijkirina berfa kolan ü peyareyan dixebitin.
Li navçeya Ozape ji termometreyan germa hewaye di bine sifire da 35 pile nişan da. Welatiyan betani li wesayiten xwe peça.
Bi tesira sir ü sermaye li navçeye depore ave ü robar qerimin, ekiben itrfaiyeye şembelilken ku bi baniyan va daliqiyane, paqij kirin.
Hekari
Li gor agahiya ku ji İdareya Taybet a Bajer hat hildan, ji ber şert ü mercen hewaye reya 94 gund ü mezreyan hat girtin. Ekiben berfe ji bo vekirina reyan dixebitin.
Ekiben şaredariye ji bi makineyen kar berfa nava bajer li kamyonan bar kir ü berfe dikişine derveyi bajer.
Pişti barina berfe li tevahiya bajer bi baniyen avahiyan va şembelilk daliqiyan, rüye robaran qerimi.
Hin welatiyan wesayiten xwe bi brande ü betaniyan peça.
Bidlis
Midüre Re ü Xizmeta Gihandine ya İdareya Taybet a Bajare Bidlise Umit Kurtkan diyar kir ku li tevahiya bajer berfe reya 18 ci ü waran girtiye.
Kurtkan daxuyand, ji bo ku welati mexdür nebin, xebata vekirina reyan dewam dike.
Müş
Li Müşe hefteya bori bi navber berf bari ü bager rabü ü reya 10 gunden ser navend navçeyan girti ne.
Sekretere Gişti ye İdareya Taybet a Bajer Şeyhmus Yentur diyar kir, rewşa hewaye di çüyin ü hatina wesayitan da tengasiye derdixe.
Ekib dixebitin ku iro hemü reyan vekin. -
|