Li Diyarbekire 2 tejiken roviyan yen bemake sorik ü xwendekaren beşa beytariye nave Dicle ü Ferate li wan kirin li Navenda Rehabilitasyon ü Rizgarkirina Ajelen Kovi ya Dicleye ten xwedikirin.
Navenda Rehabilitasyon ü Rizgarkirina Ajelen Kovi ya Dicleye ku Reveberiya Gişti ya Parastina Siruşte (DKMP) ya ser bi Wezareta Çandini ü Daristana digel Zaningeha Dicleye (ZD) li bajer bi hevkari ava kirin, ji ajelen kovi yen xwedan pewisti ra dibe penageh.
Bi dehan cureyen ajelan ku li jingeha xwe ya siruşti birindar dibin, bi jehri dikevin yn ji pewistiya wan bi alikariye dibe tinin Navenda Rehabilitasyon ü Rizgarkirina Ajelen Kovi ya Dicleye.
Du tejiken roviyan yen sorik ku maken wan wesayit li wan qelibibü ew kuştibün ji Sewase ü devera Qerejdaxe ya Diyarbekire anin navende radesti beytaran hatin kirin.
Xwendekaren Fakulteya Beytariye ya Zaningeha Dicleye, ji wan tejiken ku hildan bin parastine nave yeke danin "Dicle" ü ye din ji "Ferat".
Çeliken roviyan li navende bi şiringeye şir didin ü wan bi kezebe xwedi dikin.
Hat ragihandin pişti 3-4 mehan dema tejik mezin bibin ü bi ser xwe va werin ewe wan berdin siruşte. -
|