Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 23/05/2024 18:29 
News  > 

Kongreya Turîzma Helal a Navneteweyî ya 3yem bi pêşkêşiyên akademîk didome

Kongreya Turîzma Helal a Navneteweyî ya 3yem bi pêşkêşiyên akademîk didome

12.05.2024 10:57

Rektorê Zanîngeha Afyon Kocatepeyê Prof. Dr. Karataş: "Ev liv û tevger nîşan dide ku heya 2030î di turîzma helal da pêşveçûnên cidî dê bên tomarkirin"

Rektore Zaningeha Afyon Kocatepeye Prof. Dr. Mehmet Karataş ragihand, bi zedebüna nifüse Misilmanan va ye li ser asta dinyaye tetile dikin, liv ü tevgera di turizma helal da zede büye ü lewma ji ew peşbini dikin ku heya 2030i di ve qade da peşveçünen cidi ben tomarkirin."

Kongreya ku bi hevkariya Wezareta Çand ü Turizme, Serokatiya Ajansa Hevkari ü Kordinasyone ya Tirk, Zaningeha Afyon Kocatepeye, Komeleya Turizma Helal a Navneteweyi, Komeleya Pişesaz ü Karsazen Misteqil, Saziya Akreditasyona Helal ü Enstituya Standard ü Metrolojiye ya Welaten İslami va te lidarxistin, li Royal Teos Otele ya li Seferihisare didome.

Di kongreye da ya ku AA, Hevkare we ye Ragihandina Global e, rüniştinen roja ewil bi axaftinen nüneren sektora turizme yen 16 welatan kuta bü ü iro ji dor hat peşkeşiyen zanisti.

Ji 55 zaningehen 24 welatan 124 lekolineran, 72 xebaten zanisti yen li ser binesaziya dezgehi, zedekirina qaliteya xizmete, standardizasyon ü modelen geşepedane yen turizma helal, peşkeş kirin.

Rektore Zaningeha Afyon Kocatepeye Prof. Dr. Karataş ji peyamnere AAye ra diyar kir ku ew dixwazin bi kongreye va dehn ü bala li ser turizma helal zedetir bikin ü ji kongreya ewil ü vir va wan peşveçünen cidi tomar kirin."

Karakaş bal kişand ku portfoya di vi wari da roj bi roj berfireh dibe ü wiha dewam kir, "Eleqeyeke cidi heye, ji 6 parzeminan ü 40 welatan derdora 300i beşdar hene. Hem ji cihana akademik ü hem ji ji sektore beşdari heye. Ev nişan dide ku em hedi hedi digihijin armancen xwe, lebele he pedivi bi saziyibüne ra heye."

"Tirkiye dikare para heri mezin ji ve qade hilde"

Karakaş diyar kir ku hejmara kesen ku dixwazin herin betlaneye ü hesasiyeta wan ji bo helaliye heye li dinyaye zede dibe ü wiha got:

"Nifüsa Misilmanan zede bü, le nifüsa ku diçü betlaneye hindik bü. Hedi hedi dest pe kir zede bü. Tirkiye dikare para heri mezin ji ve qade hilde. Di vi wari da gav hatin avetin. Dive em wek hikümet, rexistinen sivil, akademi ü sektor betir veberhenan bikin ku Tirkiye para ku heq dike bi dest bixe. Ev çalaki nişan dide ku di sala 2030i da di turizma helal da peşketineke giring çebibe. Dema em li turizme diniherin dibinin ku Tirkiye xwedi binesaziyeke cidi ye. Dema em di çarçoveya ger ü turizme da rewşa helaliye diniherin, em dibinin ku otelen me yen heyi dikarin bi hin xebaten biçük va veguherin qada helaliye."

Seroke Saziya Akreditasyona Helale Zafer Soylu ji diyar kir ku li Malezya ü Tirkiyeye li ser turizma helal xebaten pir giring hene ü wiha got:

"Tirkiye welatek e ku pivanen Teşkilata Hevkariya İslami yane standardek kurewi pek tine. Tirkiye yek ji giringtirin welaten cihane ye ku di ware turizma helal da tevdigere, heta wisa ku ya heri peşeng e. Armanca me ew e ku saziyen di ware turizma helal de kar dikin li ser yek standardeke xebaten xwe bimeşinin."

3yemin Kongreya Turizma Helal a Navneteweyi we sibe pişti çalakiya gere ya ji bo Bajare Qedim a Efese ü Mala Dayika Meryeme bi dawi bibe. -



 
Latest News





 
 
Top News