Haberler   
  English   
  Kurdî   
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 16/06/2024 16:01 
News  > 

Li Wanê xwendekarên zanîngehê ji bo parastina masiyên încî kefalê nobet girt

Li Wanê xwendekarên zanîngehê ji bo parastina masiyên încî kefalê nobet girt

23.05.2024 16:42

Xwendekaren Zaningeha Yuzuncu Yile ya Wane (YYU) ji bo ku piştgiriye bidin xebaten parastina masiyen inci kefale ü bale bikşinin ser giringiya wan qasi 3 saetan nobet girt.

Revebiriya Fakulteya Endezyariye ya YYuye li Parka Siruşte ya İnci Kefale ya li Erdişe çalakiyek li dar xist.

Bi qasi 150 xwendekar çün parke, hawirdor paqij kirin ü koça masiyan ya li Gola Wane temaşe kirin.

Xwendekaran der bare koça masiyan da agahi hilda ü ji bo piştgiriye bidin xebaten parastina wan ü baldari çebibe temsili bi qasi 3 saetan nobet girtin.

Dekane Fakulteya Endezyariye ya YYUye Prof. Dr. Remzi Tuntaş got ew wek zaningeh ji bili perwerde ü hindekariye xebaten çandi ü civaki ji dikin ü ji bo ve ji wan 150 xwendekar anine parke.

Tuntaş wiha axivi: "Ji bo ku di ware parastina siruşte ü berpirsyariya ekolojik da bireweriya xwendekaren me çebibe me panelek li dar xist. Me bal kişand ser giringiya bedewiya li ve dere."

Hindekar Dr. Erdogan Ozel ji kefxweşiya xwe ani ziman ku ew bi xwendekaran ra hatine ve dere ü wiha axivi: "Me der ü dor paqij kir. Mixabin çop ü zibil pir zede ne ü Gola Wane qirej dikin. Me panela xwe ne li saloneke, li siruşte li dar xist da ku xwendekaren me bibin xwedi agahi. Ji bo ku qaçaxi masi neyen girtin xwendekaren me nobet girt." -



 
Latest News





 
 
Top News