Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebdulahiyan ku di ketina helîkopterê da mir, li Tehranê hat definkirin

23.05.2024 16:42

Cenazeye Wezire Karen Derva ye İrane Huseyn Emir Ebdulahiyan ku ew, Serokomare İrane İbrahim Reisi ü 6 kesen din di encama ketina helikoptere da mirin, li Turbeya Şah Ebdulezim Heseni ya li Tehrane hat definkirin.

Pişti merasima cenazeye ya li Wezareta Karen Derva, terme Ebdulahiyan bi mebesta definkirine veguhastin turbeya li bajare Reye ku dikeve başüre Tehrane.

Cenazeye ku li vedere ji aliye qerebalixiyeke va hat peşwazikirin, li hewşa turbeye li ser mersiye hatin xwendin ü due hatin kirin.

Beşdaren merasime herwiha li diji Amerika ü İsraile ji diruşme berz kirin.

Piştra terme Ebdulahiyan li beşa hundir a turbeye hat definkirin.

Li turbeya ku Ebdulahiyan le hat veşartin, beriya nuha pasevaneki Qasim Silemani ji le hatibü veşartin.

Turbeya Şah Ebdulezim Heseni li gori şieyan yek ji cihen giring te hesibandin. Te riwayetkirin ku Şah Ebdulezim ji neviye Hezreti Hesene neviye Hezreti Muhemed e. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '