Li bajaroka Kemsera giredayi bajare Kaşane ya li ser İsfaxana eyaleta İrane ku wek paytexte gul ü ava gule ya İrane te hesibandin, bi pergalen kevneşopi yen sedan sali va ava gule te derxistin.
Şeniyen hereme bajaroke wek paytexta gul ü ava gule ya İrane binavdikin ü li her kuçe ü kolaneke bajaroke imalatxaneyeke ava gule heye.
Li bajaroke him bi pergalen kevneşopi ü him ji bi pergalen nüjen ava gule te derxistin. Karkeren li hereme sere sibehe zü ji bexçeyan dest bi berhevkirina gulan dikin ü demildest digihijinin imalatxaneyen li bajaroke.
Ev kar ji bav ü kalan mirat maye
Gul di sitilen nave bi nave "Dik" da ten kelandin ü paşe ji ten parzünkirin ü heri zede ava wan ji bo vexwarine te bikaranin.
Hiseyin Rahimpure xwediye atolyeya ava gule ku bi rebazen bere dişüxule daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku ev kar ji kale wi je ra mirat maye ü ew ji li ser heman reçe dimeşin.
Mihemed Keşveriye di heman atolyeye da dixebite got: "Ez nezi 10 sale li ve Kemsere dixebitim ü vi kari dikim. Bav ü kalen min bi tevahi nezi 70 sali ev kar kirine ü niha ji ez mirata wan didominim."
Li Kemsere ji 200i zedetir atolyeyen ava gule hene ü nezi 10 hezar kes di ve sektore da dixebite.
Li bajaroka Kemsere tevli gule ava püng, tarçin ü hin nebaten din ji te parzünkirin ü ji bo vexwarin, xurek ü pişesaziya dermanan te amadekirin. -
|