Suryaniyen ku li Merdine dijin, Cejna Paskalyaye li Dera Kirklare bi ayine piroz kir.
Suryani ji bo Paskalyaye hatin dera diroki ü bi zaroken xwe ra find pe xistin ü dia kirin.
Metropolite Merdin-Diyarbekire Saliba Ozmen, Serkeşişe Dera Kirklare Gabriel Akyuz ayin bi re va bir. Di ayine da koroye bi Tirki, Erebi, İbraniki e Suryaniki ilahi gotin.
Di ayine da ji İncile hin beş hatin xwendin, Ozmen ü Akyuz axaftinen xwe bi Tirki, Erebi ü Suryaniki kirin.
Ozmen ji bo berdewamiya yekiti ü bihevrabüna li Tirkiyeye dia kir. Kesen ku beşdari ayine bün, paşe li baxçeye dere cejna hev piroz kirin.
Waliye Merdine Tuncay Akkoyun ü protokola wi li salona qebüle ya dere cejna Suryaniyan piroz kir.
Saliba Ozmen ü Wali Akkoyun sere hekan li hev da. -
|