Li Korkuta navçeya Müşe du malbaten ku dijminatiya hev dikirin bi navbeynkariya rihspiyan li hev hatin.
Qasi 8 meh bere li gunde Kocatarlaye di şere navbera du malbatan da kesek birindar bü ü dijminatiya wan dest pe kir.
Rihspiyen gund pişti ku malbat qani kirin, li mizgefta gund merasima aştiye hat lidarxistin.
Seroke Bajer ye Müşe ye AK Partiye Melik Emre di merasime da diyar kir ku ew ji bo kareki piroz li hev civiyane ku dijminatiya du malbatan bi dawi bibe ü wiha axivi: "Em li erdnigariya heri dijwar a cihane dijin. Carinan em ji ber tişteki biçük berteken pir hişk nişan didin. Dilen ku şikestine em bi saya mezinen xwe dicebirinin. Ez dixwazim ku dijminati tu cari çenebin."
Rihspiye hereme Baki Duygu ji ani ziman ku ji bo lihevanina malbatan 8 meh e hewl te dayin ü wiha dewam kir: "Ji iro pe va di navbera malbatan da aşti pek hat. Ew e cinartiya hev bikin. Em bi ve bawer in. Aşti te wateya arami ü rehetiye. Ez hevi dikim ku büyeren wiha dubare nebin."
Şaredare Korkute Hasim Arik, Şaredare Bajaroka Kirkoye Rahmetullah Yakti, rihspi ü malbat beşdari merasime bün. -
|