Li Serte Nihat Melayime hosteye bobinaje 55 sal e vi kari dike.
Nihat Melayime 73 sali dema biçük büye meraqa wi li ser ceyrana wesayitan çebüye ü di nav deme da wi dest avetiye motoren wesayitan.
Melayim saleki li ber deste hosteyeki xebitiye ü paşe kargeha xwe vekiriye.
Hoste Melayim niha li kargeha xwe ya li ser kolana Cumhuriyete bi 2 kuren xwe va dixebite.
Her çiqas temene wi mezin be ji ew he wek rojen bere kare xwe bi hezkirin dike.
"Heta emre min hebe eze vi kari bikim"
Melayim got peçandina bobinajan him qewete ü him ji zanina matematike dixwaze ü wiha axivi: "Kareki zehmet e. He ji biçükatiya min pe va meraqa min li ser motoran hebü. Min hin pirtüken bibin alikari xwendin. Bi reya ceribandine va min bobinajan peça. Ez sere sibe kargeha xwe vedikim ü heta şev dereng motoran çedikim. Min di nav 55 salan da 9 şagirt gihandin. Je 6 kes li Stenbole, Bursaye ü Elezize dixebitin. Ji bili wan min hine 2 kuren xwe ji kir. Kareki zehmet e, le kefxweşiye ji dide. Heta emre min hebe eze vi kari bikim." -
|