Hevseroka HDPye Pervin Buldan di xwarina ku ji hela Seroke Delegasyona Tirkiyeye ya Yekitiya Ewropaye (YE) Nikolaus Meyer-Landrut va hat dayin da bi balyozen welaten endam yen YEye ra hat bal hev.
Li gor daxuyaniya niviski ya HDPye, Buldan ü Hevberdevke Komisyona Tekiliyen Derva ye HDPye Hişyar Ozsoy bi hev ra çün xwarine.
Di hevditina Buldan ü balyozan da behsa geşedanen li Tirkiyeye, doza Kobane, doza girtine ya partiye ü geşedanen dawin hatin kirin ü pirsen wan hatin bersivandin.
Buldan got HDP heza xwe xurt dike, di siyaseta Tirkiyeye da wek aktoreki encaman diyar dike ü di rewşa siyasi ya welet da roleke giring dilize. -
|