Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 07/05/2024 12:01 
News  > 

Serokomar Erdogan: "Xwîşk û birayên me yên Filistînî li ber xwe didin û em ê jî bêdeng nemînin"

26.04.2024 16:57

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, "Digel hemü bederfetiye xwişk ü birayen me yen Filistini 203 roj in li ber xwe didin ü tu kes nikare ji me bixwaze ku em li ber komkujiye bedeng biminin."

Erdogan di Konferansa 5emin ya Platforma Qudse ya Navparlamenteran da axivi.

Serokomar Erdogan bal kişand ser Platforma Qudse ya Navparlamenteran ü destnişan kir ku platform bi xebat, civin ü konferansen xwe di asta kurewi da bü deng ü nefesa doza Filistine.

Erdogan diyar kir yen dixwazin firewnen serdeme bibinin, bila dür neçin, bila li yen ku di 203 rojen dawin da 35 hezar Filistini kuştine, binerin ü wiha pe da çü, "Netanyahu weke kujeren beriya xwe, li diroke nave xwe weke 'Qesabe Xezeye' bi şermezari nivisand. Her çiqas hinek vegerin ji em ji reya xwe venegerin, em e venegerin. Çimki baweriya me bi Xwede ü roja hesab heye."

Serokomar Erdogan got li çar aliyen Qudsa Şerif reç, berhem ü mohra ecdade me ye leheng heye ku 400 sal xizmeta vi ware piroz kirine ü wiha domand, "Kes nikare van reçan jebibe. Tacizen li diji piroziya qibleya me ya peşi Mescida Eqsaye roj bi roj zede dibin. Nasnameya kevnare ya Qudse ji aliye İsraila dagirker va, gav bi gav te mehandin. Em ji wan siyasetmedaran ninin ku li gori şertan, li gori ba, soza xwe, sekna xwe, helwesta xwe biguherin. Me kefene xwe hilda ü me da ser ve reye. Digel hemü bederfetiye xwişk ü birayen me yen Filistini 203 roj in li ber xwe didin ü tu kes nikare ji me bixwaze ku em li ber komkujiye bedeng biminin. Eme bi berdewami birayen xwe yen Hemasi weke berxwederen welet li diji dagirkeran, Quwaye Mili yen Filistine bibinin. Diaya min ev e; 'Ya Rebi, bi xatire nave xwe ye Qehar, di seri da Netanyahu hemü siyonistan qehr ü perişan bike. Zehniyeta ku rojbüna zaroken xwe bi kuştina sebiyen Xezeyi piroz dike, tu peywendiya we bi mirovayeti, nirxen sereke yen mirovayetiye nemaye."

Erdogan destnişan kir di alikariya diçe Xezeye da Tirkiye di reza yekem da ye ü wiha axivi, "Ji 7e Cotmehe heya niha alikariya ku me bi 13 balafir ü 9 keştiyan şandiye neziki 50 hezar toni ye."

Serokomar Erdogan diyar kir alikariya eskeri ü diplomatik ku revebiriya Amerikaye beyi şert dide İsraile feydeye nade çareseriye ü wiha peyivi, "Dibe sedem ku pirsgirek he mezin bibe. Nirxen demokrasi, azadi, hiqüq ü azadiya raman, çapemeni ü fikri yen Rojavaye gava mesele te ser İsraile ji hole ten rakirin. Li Xezeye 35 hezar kes bi hovane hatin qetilkirin, le Senatoya Amerikaye ji bo İsraile paketa alikariya eskeri ya bi 25 milyar dolari pesend kir." -



 
Latest News





 
 
Top News