Kordinatore bere ye Dosyeya Dil ü Wendayen li İsraile Yaron Blum diyar kir, Hemas di mijara pekanina peymana pevguhertina dilan da ya bi İsraile ra cidi ye.
Blum ji televizyona dewleta İsraile ra axivi ü wiha got, "Ez gotina Netanyahu ya 'Hemas ne cidi ye' red dikim. Berekse we, tişten em van rojen dawin dibinin cideyeta wan diselimine, Xelil Heyye ü peywirdareki din e Hemase çün Qahireye."
Blum bal kişand ku Hemas hewl dide ku agirbesteke daimi pek were ü wiha got, "Qebülkirina ve ya li İsraile ne mumkin e."
Blum bal kişand ser ciwaren Cihüyan en li rexbere Xeta Xezeye ü idia kir ku heger yen li başür dijin, bi temami venegerin malen xwe, bidawibüna şer ne mumkin e.
Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahu di daxuyaniyen xwe da diyar dike, Hemas di mijara peymana pevguhertina dilan da ne cidi ye, lebele mixalefeta İsraile, Netanyahu bi we yeke tawanbar dike ku peymana pevguhertina dilan a bi Hemase ra tek bir. -
|