Hat daxuyandin ku arteşa İsraile dest bi valakirina hin taxen bajare Refahe kir.
KANa Televizyona Dewlete ya İsraile ragihand ku arteşa İsraile li rojhilate Refahe dest bi valakirina gelek taxen nezi sinore İsraile kir.
Li gor nüçeya rojnameya The Times of Israele ji arteşa İsraile bangi Filistiniyen ku li taxen rojhilate Refahe dijin kir ku "biçin heremen insani" yen el-Mewasi ü Xan Yunise.
Refaha ku Filistiniyan xwe spartine
Bajare Refahe dikeve başüre Xeta Xezeye ü li ser sinore Misre ye. Beriya erişen İsraile nezi 280 hezar kes li wir dijiyan. Le ji ber erişen İsraile yen pişti 7e Cotmehe Filistini ji ber erişan revin xwe spartin ve dere. Nifüsa bajer pişti koça Filistiniyan derket 1,5 milyoni.
Di destpeka ku İsraile erişi Xeta Xezeye kir da bi idiaya ku herema ewle ye bere Filistiniyen li bakure Xeta Xezeye dabü bajare Refahe ü ew mişexti wir kiribün.
İsrail timi erişen esmani dibe ser bajer ü heke ji bejaye va li diji Refahe erişeke bidin destpekirin, fikar ew e ku ciheki reve namine.
Piraniya Filistiniyen ku ji ber erişen İsraile revin ü xwe spartine Refahe di kampen çadir da diminin ü tengasiyeke mezin dikişinin. -
|