Seroke Konseya Yekitiya Ewropaye Charles Michel diyar kir, li gor fikra wi dive Yekiti bi Tirkiyeye ra tekiliyen ereni ü biistiqrar dayne.
Li Bruksele civina YEye hat lidarxistin ü di civine da pişti rüniştinen ewil Michel daxuyani da çapemeniye.
Michel daxuyand ku peşengen YEye dixwazin li ser mijara tekiliyen bi Tirkiyeye ra niqaşen stratejik bikin ü di dawiya rüniştine da fikra xwe kirin yek ü wiha dewam kir: "Em dixwazin bi Tirkiyeye ra tekiliyen ereni daynin. Dixwazin tekiliyen biistiqrar xurt bikin. Em dixwazin merhale merhale, bi rek ü pek bixebitin."
Michel got, "Ez dixwazim destnişan bikim ku rewşa Qibrise geleki giring e. Em bi taybeti bi rewşa Qibrise ra eleqedar dibin. Bi taybeti bi pevajoya çareseriye ya NYe ra." -
|