Qada avi ya Karasuye ya li İdire ye ü ji ava qeşaye ya ku ji Çiyaye Agiriye diherike pek te, bi saya çüken ku ji Afrikaye ten, şen bü.
İdir ji aliye ciherengiya çükan va yek ji bajaren heri dewlemend en Tirkiyeye ye ku her demsal çük le hene.
Qada avi ya Karasuye ji di navbera Karakoyunlu ü Aralika navçeyen İdire da ye ü ji gelek heywanan ra büye jingeh.
Ev der bi ava qeşaye ya ku ji çiye dihele ü te va 4 demsal tije dibe.
Li vir ji 200i zedetir cure çük, masi, heywanen kovi ü beq dijin.
Zaningeha İdire, Midüriyeta Parastina Siruşte ü Parken Neteweyi, Komeleya KuzeyDogaye, Civata Siruşte ya Çiyaye Agiriye ü dildaran li vir lekolin kirin.
Pişti lekolinan hat tesbitkirin ku ji 200i zedetir cure çük li vir dijin.
Par pişti ku hewa sar bü, çüken cihereng koçi parzemina başür kirin, ji ber ku hewa niha germ bü ew disa zivirin Karasuye.
Li vir di nav rojeke da ji 40i zedetir çük dikarin ben çavderikirin ku ji ber ve yeke ev der bala pisporen çükan dikşine.
Midüre Navenda Sepan ü Lekoline ya Zanista Çükan a Zaningeha İdire Dr. Emrah Çelik got ku Karasu ciheki geleki giring e.
Çelik wiha axivi: "Her sal bi hatina bihare ra gelek cure çük ten ve hereme, refan çe dikin ü dibin cot. Ji ber ve, Karasu ji bo İdire geleki giring e." -
|