Hat ragihandin, ji ber biryara muhtemel a Dadgeha Cezaye ya Navneteweyi (DCN) ya tewqüfkirina siyasetmedaren payebilind en Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahu ji di nav da, fikaren reveberiya İsraile zede büye ü lewma ji ji bo re li ber biryareke muhtemel a bi vi rengi bigirin, be navber hewl didin.
Peywirdareki İsraili ye navneeşkerekiri ye ji rojnameya The Times of Israele ra axivi ü diyar kir ku Konseya Ewlekariya Neteweyi ya İsraile kampanyaye dimeşine da ku re li biryareke muhtemel a tewqüfkirine bigire.
Peywirdare İsraili bal kişand, unsüra sereke ya de ji biryara muhtemel a tewqüfkirine ra bibe bingeh, "ji hela İsraile birçihiştina Filistiniyen li Xezeye ya mexsüs e" ü ew idia ji piştrast kirin ku Amerika ji hewla diplomatik dimeşine da ku re li biryareke muhtemel a tewqüfkirine bigire.
Diplomateki din e İsraili ye ji The Times of Israele ra axivi ji diyar kir ku Wezareta Karen Derva ji beşdari hewildanen navbori bü ü wiha got, "Li her ciheki mumkin em fealiyete dimeşinin."
Hikümeta İsraile li bende ye ku di DCNye da der heqe Netanyahu, Wezire Parastine Yoav Gallant ü Sererkan Herzi Halevi da biryara tewüqfkirine derkeve. -
|