Krale Erebistana Siüdi Selman bin Evdileziz, ji bo ku Malezya, Endonezya, Brunei Darussalam, Japonya, Çin, Maldiv ü Urdune ziyareta fermi bike, ji paytext Riyade hereket kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Diwana Kraliyete hat dayin, Kral Selman li Riyade ji Balafirgeha Navneteweyi ya Kral Xalid bi re ket. Prense Weliehd ye Yekemin ü Wezire Karen Navxweyi Mihemmed bin Nayif, Prense Weliehd ye Duyemin Mihemmed bin Selman, Mire Riyade Faysal bin Bender bin Evdileziz ü rayedaren din Kral Selman bi re kir.
Hat gotin ku Kral Selman we Malezya, Endonezya, Brunei Darussalam, Japonya, Çin, Maldiv ü Urdune ziyaret bike ü beşdari Civina Heyama 28emin a Yekitiya Ereban bibe.
Hat gotin ku Kral Selman we di ziyareten xwe yen fermi da li ser xurtkirina tekiliyan ü mijaren heremi ü navneteweyi bisekine.
Hat ragihandin ku heta Kral Selman vegere ser text, Prense Weliehd ye Yekemin ü Wezire Karen Navxweyi Mihemmed bin Nayife wekiltiya wi bike. -
|