Hat idiakirin, pişti İsraile biryar da ku erişi Refahe bike, Amerikaye hefteya çüyi ji bo İsraile sewqkirina bombeyan da sekinandin.
Li gor nüçeyen çapemeniya Amerikaye, rayedareki payebilind ku nexwest nave xwe bide, der bare sewqkirine da daxuyani da.
Rayedar idia kir, sewqiyata ji bo İsraile ji 1800 bombeyen ku her yeki wan 900 kilo ne ü 1700 bombeyen ku her yeke wan 225 kilo ne pek te. Rayedar idia kir, ew bi fikar in ku ev bombe we li deveren qerebalix çawa werin bikaranin.
Li gor idiaya rayedar, pişti İsraile biryar da ku ji bejahe va erişi Refahe bike, Amerikaye hefteya çüyi biryara sekinandina sewqiyate da. Rayedar destnişan kir, ne diyar e ku sewqiyat we paşe were kirin yan na.
Arteşa İsraile duh sere sibehe li diji herema Refahe erişa bejahi dabü destpekirin ü daxuyandibü ku wan aliye Filistine ye Deriye Sinor e Refahe ku ji Misre ra vedibe, bi dest xist.
Rojnameya The Wall Street Journale (WSJ) ji duh idia kiribü ku revebiriya Joe Bidenji bo İsraile firotina 6 hezar ü 500 muhimaten erişa rasterast a muşterek taloq kir. -
|