Li Wane di rojen dawin da bi bandora barane ü helina berfe ra Şelaleya Muradiyeye gihişt asta heri bilind a salen dawin.
Şelaleya li ser çeme Bendimahiya li navçeya Muradiyeye di her demsale da dimeneki cihe dide ü bala geştyaren xwemali ü biyani dikişine.
Geştyaren ku ten serdana devere, li ber dimene şelaleya ku debiya we zede büye fotografan dikişinin ü wexteki xweş derbas dikin.
Wenekeşa siruşte Beyzanur Dedeya ku ji İzmire ji hatiye diyar kir ku li ser peşniyaza hevalen xwe yen li Wane dixebitin hatiye serdana hereme.
Dedeye ani ziman ku ew hez dike dema xwe li siruşte derbas bike ü got: "Hevalen min ji min ra gotin ku dive tu bi teqez beyi ve dere ü ve dimena behempa bikişini. Ji ber ve yeke ez hatim. Ji ber ku isal berf ü baran zede bü debiya şelaleye pir zede büye. Ez pir kefxweş büm ku min dimenen van deran kişandin."
Ji geştyaran Yasemin Doganaye ji wiha got: "Li gori min Şelaleya Muradiyeye ciheki wisa ye ku dive her kes be bibine." -
|