Seroke Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropaye Pedro Agramunt dawiya meha adare tevi endamen Dumaya şaxa parlamentoya Rüsyaye çü serdana Süriyeye ü bi Beşar Esed ra civiya, li ser ve desthilata temsile ji dest hat hildan.
Li gor daxuyaniya niviski ya MPKEye, Buroya MPKEye ya ji Seroke MPKEye, 20 alikaren serok, komen siyasi ü seroken komiteyan pek te ji bo serdana Agramunt civiya.
Di civine da der bare Pedro Agramunte 65 sali da biryar hat hildan ü desthilata serdan ü xeberdane ya li ser nave MPKEye je hat wergirtin.
Sir Roger Galeye Parlamentere İngilistane ü Alikare Seroke MPKEye pişti civine daxuyani da ü wiha got: "Li gor regezan ji wezifeye nehat hildan. Seroke MPKEye iro nehat civine ü nameya istifaye ji neda. Loma ji buroye gaveke wiha avet."
Dixwazin istifa bike
Roja duşeme di vekirina Lijneya Gişti ya MPKEye da hatibü destnişankirin Agramunt dawiya meha adare bi lijneyeke ji parlamenteren İtalya, Spanya, Çekya ü Rüsyaye pek te çüye serdana Süriyeye ü bi Beşar Esed ra civiyaye. Gelek namzeden MPKEye serdana Agramunt ü endamen Dumaye rexne kiribün ü daxwaz kiribün istifa bike.
Agramunt ji destnişan kiribü li ser nave MPKEye neçüye serdane ü wiha gotibü: "Ez wek siyasetmedareki spani çüm Süriyeye. Di civina diwane da min der bare mijare da daxuyaniya devki ü niviski da endaman. Ev serdan xelet bü ü dema li encame diniherim ve baştir fehm dikim. Leborine dixwazim. Min texmin nedikir berteken wiha ben dayin." -
|