Di doza erişa terore ya ku bi talimata PKK/YPGya rexistina teorore, 13e Mijdara 2022yan li Caddeya İstiklale ya li Beyogluya navçeya Stenbole hat lidarxistin da biryar hat dayin.
Di doza erişa ku di encama teqandina bombeya ku danibün 6 kesan cane xwe ji dest dabü ü 99 kes ji birindar bübün, da 10 ji wan girti 36 gomanbar ten darizandin.
Gumanbar Ehlam Beşir a ku bombe bi deste xwe danibü ü girti te darizandin, cezaye hebsa heta hetayi ya 7 caran girankiri digel 1794 sal cezaye hebse xwar.
Di dadbiniya ku li 13emin Dadgeha Cezaye Giran a li Stenbole bireva diçü da, 5 gumanbaren girti ku Ehlam Beşir ji di nava wan da bü digel parezeren wan amade bün.
Hinek gumanbar ji bi reya Pergala Telekominikasyona Deng ü Dimene (SEGBİS) beşdar bün.
Heyeta dadgehe ya ku biryar ji bo doze da ji sucen "tekdana yekiti ü yekparçeyiya dewlete", "bi plan ü qesdi bi awayeki bombekirin kuştina li peş çave zarokan" ü "plankrin ü bi qesdi kuştin" cezaye hetahetayi ye hebse 7 caran girankiri da Ehlam Beşire.
Heyete herwiha 99 caran ji sucen "teşebbusa kuştine" ü "be izin bi xwe ra hilgirtina madeyen xeter ü destguherina wan" bi gişti 1794 salan cezaye hebse digel 22 hezar lire pereye cezaye edli da Beşire.
Heyete herwiha ji bo gumanbaren girti Fatma Berkel ü Ferhat Habeş ji ber sucen navbori yen cur bi cur heryek 1035 sal cezaye hebse da.
Gumanbaren girti Ammar Jarkas ü Ahmed Carkes ji bi gişti her yek 17 sal ü 60 hezar lire cezaye hebse, xwarin.
Gumanbaren mayi ji ji ber sucen cur bi cur cezaye hebse ü cezaye edli ye pereyan xwarin.
12 gumanbar ji ji ber kembün ü ternekirina delilan biryara bearete ji wan ra hat dayin.
4 ji gumanbaren binçavkiri ji serbest hatin berdan. -
|