Xwediyê avahiya ku li Kuçukçekmeceyê hilweşiya, hat girtin

03.06.2024 22:42

Li Kuçukçekmeceye duh avahiyeke 3 qati hilweşiyabü, kesek miribü ü 8 kes ji birindar bübün ku xwediye avahiye hat girtin.

Ji aliye Serdozgeriya Komare ya Kuçukçekmeceye va der bare büyere da lepirsin hat kirin ku di ve çarçoveye da şikbaren pişti hilweşina avahiye li Taxa Kartaltepeye hatibün binçavkirin, wexte karen wan en li ewlehiye qediya sewqi Edliyeya Kuçukçekmeceye hatin kirin.

Ji şikbaran xwediye dikana donere O.A.D. ü hevjina wi İ.D pişti ku li dozgeriya komare ifadeyen wan hatin hildan, hatin berdan.

Dozger xwest ku xwediye avahiye H.M.G be girtin ü xwediye bere ye dikana donere O.K ji bi tevdiren kontrola edli be girtin, ji bo ve ji wan sewqi hakimtiya cezaye ya sulhe kir.

Di nivisa sewqe da hat gotin ku xwediye avahiye sücdar e

Di nivisa sewqe ya dozgeriye da hat diyarkirin ku, xwediyen kargehen li qata binerde ya avahiye ji şikbar H.M.G ra gotine ku avahi diheje, le wi der bare ve mijare da seri li meqamen fermi nedaye ku ew tesbit bikin ka avahi riziya ye an na.

Hat destnişankirin ku şikbar ji bo ewlehiya kesen ku li avahi ü derüdora we dijin bi tu şirketeke taybet ra hevditin nekiriye ku avahi be saxlemkirin.

Hat gotin di planen fermi da avahi li ser qata zemine 3 qat xuya dike, le berevaji ve, hat ditin ku avahi li ser qata zemine 4 qat büye ü ev yek ji ji aliye xwediye milk va dihat zanin.

Ji ber van sedeman hat xwestin ku ew bi süce "ji xemsariye büye sedema mirina insanan" be girtin.

Hakimtiya cezaye ya sulhe biryar da ku xwediye avahiye H.M.G be girtin ü xwediye kargehe ye bere O.K. ji bi şerte kontrola edli be berdan. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '