Wezîrê Karên Derva Fîdan wê sibê û di 11ê Hezîranê da serdana Rûsyayê bike

09.06.2024 15:57

Wezire Karen Derva Hakan Fidan ji bo ku beşdari Rüniştina BRICS+ ya ku di çarçoveya Civina Weziren Karen Derva ya BRICSe da we li bajare Nijni Novgorode be lidarxistin bibe, we sibe ü di 11e Hezirane serdana Rüsyaye bike.

Wezir Fidan we bi hemtaye xwe ye Üris Sergey Lavrov ü rayedaren Üris ra bicive ü we beşdari Rüniştina BRICS+ ya ku we di 11e Hezirane da be lidarxistin, bibe.

Di hevditinan da geşedanen dawin yen li Xezeye, mijaren heremi ü navneteweyi yen bi taybeti li Ukrayna, Süriye, Libya ü Kafkasyaya Başür we ben axaftin.

Wezir Fidan we bibeje heviya wi ew e ku şere li hereme zütirin ü bi awayeki aştiyane bi dawi bibe ü we disa bine ziman ku Tirkiye di vi wari da amade ye ku hemü piştgiriye bide.

Di hevditinan da hevkariya abori ü bazirganiye we ciheki giring bigire.

Ji bo ku qebareya bazirganiye ya 100 milyar dolari ya ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan ü Seroke Dewleta Rüsyaye Vladimir Putin destnişan kiribün pek be ü veberhenan zede bibin her du ali we xebaten xwe yen hevpar bidominin.

Mijara turizme ya di navbera Rüsya ü Tirkiyeye ji we be axaftin. Hejmara turisten Üris yen ku di 2023yan da hatin Tirkiyeye ji sedi 20 zede bü ü gihişt 6 milyon ü 313 hezar ü 675an.

Te payin ku Wezir Fidan di ve serdane da we bi karsazen Tirk en ku li Rüsyaye bazirganiye dikin ra ji bicive. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '