04.06.2024 11:27
Wezire Karen Derva Hakan Fidan, "Pewendiyen ku di navbera Tirkiye ü Çine da ben meşandin we feydeye bidin refah, istiqrar ü aştiya heremi ü kurewi."
Fidan li Pekina paytexte Çine bi Wezire Karen Derva ye Çine Vang Yi ra hat bal hev ü pişti hevditine di daxuyaniya çapemeniye ya hevbeş da axivi.
Wezire Karen Derva Fidan destnişan kir, pewendiyen ku di navbera Tirkiye ü Çine da ben meşandin we feydeye bidin refah, istiqrar ü aştiya heremi ü kurewi.
Fidan bal kişand ser giringiya bajaren Kaşgar ü Urumçiye ü wiha axivi, "Ev bajar di navbera Çin ü Tirkiyeye da ü alema İslame ü Çine da mina pireyeke ne ü nişaneya dostani ü cinartiya me ya diroki ne."
Daxuyaniyen Wezire Karen Derva ye Çine Vang Yi
Wezire Karen Derva ye Çine Vang diyar kir dive herdu dewlet (Çin ü Tirkiye) hevkariya xwe zede bikin ü diji her cure hegemonya ü siyaseta zexte derkevin ü revebiriya kurewi derxin asteke adil.
Vang bal kişand ser erişen İsraile yen diji Xeta Xezeye ü wiha peyivi, "Dive li Xezeye zütir agirbest çebe. Çareseriya pirsgireka Filistine çareseriyeke dudewleti ye. Tirkiye ü Çin piştgiriye didin endamtiya Filistine ya ji bo Neteweyen Yekbüyi (NY)."
Wezire Karen Derva ye Çine Vang diyar kir dive Çin ü Tirkiye hevkariya di navbera xwe da zexim bikin ü ji bo pirsgireka Filistine zütir bi awayeki adil ü mayinde çareser bibe hewl bidin. -