Wezire Ciwani ü Werzişe Osman Aşkin Bak diyar kir ku ew ji ber wefata haltervane neteweyi ye bere Naim Suleymanogluye şampiyone olimpiyat, dinya ü Ewropaye, geleki xemgin in.
Wezir Bak beriya nimeja cinaze ya li Mizgefta Fatihe daxuyani da mensüben çapemeniye ü diyar kir ku ji ber wefata Naim Suleymanoglu ew zehf li ber xwe ketin ü wiha xeber da:
"Ji bo werzişa tirk rojeke xembar e. Xebera wi duhe doktor da me. Dema em duhe ligel birez Serokomare me li Rizeye li kongreye bün, me xeber hilda. Miroveki me ye biqimet ye ku bona werzişa tirk gelek xizmeta wi çebü ü alikariya geşepedana haltere kir, çü. Brez Serokomare me, Serokwezire me pevajo şopandin. Wiha nabe nesibe her welati ku werzişvaneki wi ye ev çend jehati hebe."
Bak serkeftinen Suleymanoglu yen li olimpiyatan da bibirxistin ü wiha got, "Çawa di fitbole da Messi, Ronaldo ü Platini navdar in, wisa ji ew di haltere da pispor ü ustad bü. Ew sembolek bü. Sembola tirken ku li Bulgaristane zilm diditin, bü. Ew efsaneyek bü. Ew di dinyaye da keseki ew çend navdar e ku ji kovara Timee ra bübü berg." -
|