Tima Voleybola Jinan a VakifBanke di Liga Şampiyonan a CEVe da bün şampiyon ü di rezeserkeftinen xwe da yeka din tomar kirin.
Di Finala Super a Liga Şampiyonan a CEVe da ya ku li paytexte Slovenyaye Ljubljanaye hat lidarxistin da tima zer-reş ekiba Imoco Volley a İtalyae 3-1 tek bir ü ji bo cara 5emin küpaya heri mezin a Ewropaye ya di asta kulüban da bir muzeya xwe.
VakifBanke di Liga Şampiyonan a CEVe da pişti 2011, 2013, 2017 ü 2018an di sala 2022yan da ji bü şampiyon.
Tima zer-reş bere 3 caran ji şampiyonti di finale da ji dest dabü.
Pişti maçe kefxweşiya mezin
Listikvan ü heyeta tekniki ya VakifBanke pişti maçe pir kefxweş bün.
Listikvan ü heyeta tekniki pişti hejmara dawin, ketin hundire qade, hev hemez kirin ü şampiyonti piroz kirin.
Di qada navneteweyi da küpaya 11emin
VakifBanka ku di qada navneteweyi da ji Tirkiyeye ew tim e ku heri zede küpa qazanc kir, di ve qade da küpaya xwe ya 11emin rakir.
Tima zer-reş di diroka xwe da 5 Liga Şampiyonan a CEVe, 4 Şampiyonaya Dinyaye ya Kulüban a FIVBe, 1 Küpaya CEV Challengee ü 1 ji Küpaya CEV Top Teamse bi tevahi 11 caran bü şampiyon.
Di 11 sezonen dawin da küpa 7 caran bü ya timen Tirkan
Di Liga Şampiyonan a CEVe da timen Tirkan ji 11 sezonen dawin di 7an da küpaya şampiyontiye qazanc kirin.
Di sala 2011e da li Stenbole organizasyon hat lidarxistin ü we deme di Finala Çarali da VakıfBank Guneş Sigorta Turk Telekome qezenc kir. Di sala 2012e da Finala Çarali li Bakuya paytexte Azerbeycane hat lidarxistin ü we deme ji Fenerbahçe Universal bü şampiyon. Piştra di sala 2013e da organiasyon cardin li Stenbole hat lidarxistin ü VakıfBanke cardin qezenc kir ü bü şampiyone Finala Çarali.
Di sezona 2013-2014an a Liga Şampiyonan da Bakuye mazüvaniya Finala Çarali kir ü di peşbirka finale da ekiba Üris Dinamo Kazane VakıfBank tek bir ü bü şampiyonç Bi vi hawi seriya 3 sezonen ekiben Tirk ji kuta bü.
Di sala 2015an da ji Finala Çarali li Szczecina bajare Polonyaye hat lidarxistin ü küpaya şampiyontiye Eczacıbaşı VitrAye hilda. Ekiben Tirkiyeye bi tevahi cara 4emin serkefti bün.
Di sala 2017an da Finala Çarali li Trevisoya bajare İtalyaye hat lidarxistin ü VakıfBank serkefti bü, di sala 2018an da ji li Bukreşa paytexte Romanyaye hat lidarxistin ü VakıfBank cardin bü şampiyon.
VakıfBanke di ve sezone da ji li Ljubljana di Finala Super da Imoco Volley tek bir ü bü xwediye küpaye.
Bi vi hawi VakıfBanke Finala Super a Liga Şampiyonen CEVe qezenc kir ü bi 5 küpayan va hedefa xwe ya sezone pek ani. -
|