Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 19:12 
News  > 

Terorîstên PKKyî dîsa li Qulpê gundiyên ku diçûn êzingan kirin hedef

08.04.2020 14:56

PKKya rêxistina terorê li Qulpa navçeya Diyarbekirê piştî êrîşa par, îro dîsa êrîş kir û 5 gundî kuştin 3 terorîstên PKKyî ku berpirsê êrîşa par in, li herêma Şenyaylaya Mûşê di operasyonê da hatibûn berterefkirin.

Teroristen PKKyi li Qulpa navçeya Diyarbekire 8 meh şünda cara duyemin eriş kir ü 12 gundiyen ku ji bo berhevkirina ezingan çübün, kuştin.

PKKya rexistina terore ji bo xerabkirina hizüre 36 sal in bi bombe ü çekan va eriş dike ü digel hezen ewlehiye sivilan ji dixe hedef.

Terorist bi erişen xwe yen xüni va bi hezaran kes kuştin ü gelek kesan birindar ü seqet dihele, hinek uzwen xwe winda dikin ü jiyana xwe wisa didominin. Her wiha bi hezaran zarokan be de ü be bav dihelin, jin bi diminin, de ü bav ji be ewlad diminin.

Hezen ewlehiye li hereme di salen dawin da bi wesayiten esmani yen bemirov (İHA) ü wesayiten esmani yen bemirov ü çekdar (SİHA) va operasyonen serkefti dikin ü derbeyen mezin li PKKya rexistina terore dixin. Rexistina terore hedefgirtina sivilan didomine.

Teroristan nezi 8 meh bere li texma gunde Agaçkorure ye Qulpe bi teqemeniya destçekiri va erişi gundiyen ku çübün ezing berhev dikirin, kir ü 7 sivil şehid kir, 10 sivil birindar kirin. Teroristan iro disa gundi kirin hedef.

Li Guleça taxa Qulpe welatiyen sivil en dema di saet 06.30yi da ji bo komkirina daran çün daristane teqemeniya teroristan bi ci kiribün teqiya ü di erişe da 5 sivil şehid ketin. Pişti erişe li hereme diji teroristan operasyona dan destpekirin.

13 zarok etim mabün

Li Axaçqorura gunde Qulpe ji di 12e ilona 2019an da dema wesayita gundiyan ji bo komkirina daran derbas bibü teroristen PKKyi bi teqmeniye eriş kiribün di erişa bebext da İhsan Çelikbilek (43), Mehmet Bozyel (17), Abii Yıidiz (22), Omer Yildiz (15), Siraç Yildiz (26), Ahmet Ay (23) ü Sinan Diger (45) şehid bibün ü 13 zarok etim mabün.

Bav şehid bibü kur birindar bibü

Di erişa teqemeni ji dür va hatibü teqandin da İhsan Çelikbilek şehid ketibü Huseyne kure wi ye 23 sali ye di minibese da bü ji birindar bibü. Ji ber erişe 6 zaren İhsan Çelikbilek etim mabün.

Ji şehidan 2 kes zarok bün

Mehmet Bozyele 17 sali ü Omer Yildize 15 sali ye bi 3 pismamen xwe ra di erişe da şehid ketibün ji ji Sasona naçeya Batmane ji bo pere qezenc bikin hatibün ve dere ku pe debara xwe bikin.

Ji heman malbate 3 kes şehid ketibün

Abit Yildize ku di erişe da biraye wi Omer ü pismame wi Sirac şehid ketibü di sala 1994an de ji disa di erişa teroristen PKKyi da jinbira xwe ü 6 pismamen xwe şehid dabü, ape wi İhsan Yildiz ji xazi bübü.

Sirac Yildize şehid ketibü zewici bü ü bave 2 zarokan bü.

Sinan Digere ji Müşe ye ku çübü berhevkirina daran ü bübü qurbaniye terore 5 zarok li dü xwe etim hiştibü.

Failen erişan hatibün berterefkirin

Li Şenyaylaya Müşe Fermandariya Cendirmeyan di 24e Mijdara 2019an da erişa esmani da operasyonek kiribün 3 terorist hatibün berterefkirin.

Wezareta Karen Navxweyi daxuyandibü koma teroristan en li Şenyayla/Dorsine hatin breterefkirin li Agaçkoruta gunde Qulpa navçeya Diyarbekire 7 sivil şehid kiribün ü 10 sivil ji birindar kiribün. -



 
Latest News





 
 
Top News