Wezire Karen Navxweyi Ali Yerlikaya ragihand, di operasyonen "Bozdogan-29" da yen li diji rexistina terore DEAŞe li 7 parezgehan hatin lidarxistin, 23 berşik hatin qefaltin.
Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabe xwe ye medyaya civaki da diyar kir, di navbera 1e Hezirana 2023yan-22ye Nisana 2024an da li diji rexistina terore DEAŞe bi tevahi 1422 operasyon hatin lidarxistin, 2 hezar ü 991 berşik hatin qefaltin, ji van 718 je hatin tewqüfkirin, der heqe 566an je ji biryara kontrola edli hat dayin.
Yerlikaya diyar kir ku li diji rexistina terore DEAŞe li Çanakkale, Hatay, Qonya, Sakarya, Tekirdag, Yalova ü Yozgate operasyonen "Bozdogan-29" hatin lidarxistin.
Yerlikaya bal kişand ku di van operasyonan da li Çanakkale, Qonya ü Tekirdage her yek je 1, li Hataye 10, li Sakaryaye 2, li Yalovaye 5 ü li Yozgate 3, bi tevahi 23 berşik hatin qefaltin.
| -
|