24.05.2024 16:12
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Me kiriye armanc ku di wadeya kurt da, em para heyinen bankavaniye ya finansa beşdariye derxinin ji sedi 15an."
Serokomar Erdogan li Stenbole li Navenda Kongre ü Nimayişe ya Navneteweyi ya Lutfi Kirdar beşdari 1emin Lütkeya Albaraka İslami Finanse bü ü gotarek peşkeş kir.
Erdogan bal kişand ser we yeke ku Tirkiyeya ku seransere diroke di navbera Rojhilat-Rojava da erka pireyeke bazirgani ü beşeri hildaye, li payeseyen finanse ji xwediye heman erke ye ü got, "Hale hazir li cihane mekanizmayeke sazkiri ya ku mezlüman bipareze, zaliman rawestine ü peşi li zilme bigire, tuneye."
Serokomar Erdogan ani ziman ku ji bo sazkirina pergaleke hevsengtir, adiltir ü giştgirtir dive hemi ali tev da dest bidin deste hev ü got, "Em dibejin ku dive pergala kurewi bi hemi unsüren xwe li gori rastiyen rojane ji nü va be dizaynkirin."
Erdogan ani ziman ku wan kiriye armanc ku di wadeya kurt da, para heyinen bankavaniye ya finansa beşdariye derxinin ji sedi 15an ü got, "Weke niha nehevsengiya serwete li cihane derket asta heri bilind. Ji sedi 1a beşa heri dewlemend a li cihane, hema beje xwediye teveka serweta gerdüni ye."
Serokomar Erdogan bal kişand ser pergala sermayedariye ü wiha pe daçü:
"Dive em qebül bikin, ev pergala ku lawazan he lawaztir, feqiran he feqirtir, zaliman he hezdartir dike, ji derde me ra nabe derman. Dive em pergala beşdariya finanse binin cihe we ye rewa. Ji bo ve ji, dive em nerina xwe ya li finanse biguherinin. Em di we heviye da ne ku di serdema peşiya me da em hemi ve biserheviya darayi bi danina qanüna finanseke misteqil a beşdariye, li welate xwe daynin. Amadekariyen me yen di vi wari da didomin." -