27.05.2024 13:42
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Girava Azadi ü Demokrasiye ya Navenda Kongreye ya Adnan Menderes beşdari "Sempozyuma Qanüna Bingehin a Sedsala Tirkiyeye, Qanüna Bingehin a Sivil a Tirkiyeya Xurt" bü ü te da axivi.
Serokomar Erdogan di salvegera 64emin a idamkirina Serokwezire bere Adnan Menderes ü hevalen wi da ew bibir anin ü wiha got: "Ev milet we Menderese merhüm ü hevalen wi her wext bi şukran ü hineki ji ji ber mehcübiyeta ku nikaribün peşi li ber idamkirina wan bigirin va wan bibir binin. İradeya azad a milet e ku di şexse Menderes ü hevalen wi da peşiye te mehkümkirin ü paşe ji te idamkirin. Ji ser ra 64 sal esir ji derbas bibin, em e derbekaran jibir ü efü nekin."
Erdogan bal kişand ser diroka teşebisen derbeyen li Tirkiyeye ü wiha dewam kir, "Di diroka siyasi ya Tirkiyeye da hikümeta ku heri zede rasti hewildanen derbeye hatiye, hikümeta me ye. Kesen ku ihtilala Anadoluye hezim nekirine, ji bo xesbkirina iradeya neteweyi 22 salan li ser hev her re ceribandin."
Serokomar Erdogan got "Li vi welati edi dewra derbe ü muxtireyan hatiye girtin" ü wiha dewam kir:
"Li vi welati ew rojen ku bi reya fezleke, idianame, tetikvan ü rexistinen terore endezyariya siyasete dikirin, kuta büne. Em destüre nadin ku tu kes ji demokrasi ü iradeya me ya neteweyi ra defike dayne."
Serokomar Erdogan li ser çekirina taybetiyen qanüneke bingehin sekini ü wiha axivi:
"Qanüna bingehin a ku were derxistin, heke guhe nede fikir, daxwaz, fikare milet, ji destpeke va seqet e, uzre we heye ü we bibe sedema krizan." -