Serokomar Erdogan: "Îxracata ku di sala 2002yan da me di nava hefteyekê da dikir, êdî em di rojekê da dikin"

08.06.2024 16:12

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, "İxracata ku di sala 2002yan da me di nava hefteyeke da dikir, edi em di rojeke da dikin"

Erdogan li Navenda Kongreye ya Haliçe di Merasima Xelatdayine ya Şampiyonen İxracate ü Lijneya Gişti ya Asayi ya 31emin ya Meclisa İxracatkaren Tirkiyeye da axivi.

Serokomar Erdogan destnişan kir ixracata ku di sala 2002yan da di nava hefteyeke da dikirin, edi di rojeke da dikin ü wiha axivi, "Di sala 2023yan da li 48 parezgehen me, hinek firmayen me yen ixracatkar hene ku bi qebareya ixracata xwe dikarin bikevin nava 1000 ixracatkaren sereki. Ji meha gulane pe va ixracata me ya salane 260,1 milyar dolar e ü li gori par ji bi zedebüneke bi qasi ji sedi 2,3yan rekor bi dest xist. Daketina di itxalata me da meha Gulane ji dewam kir. İtxalata me di meha Gulane da salane bi rejeya ji sedi 10,3 daket. İxracata me ya meha gulane ya bi qasi 24,1 milyar dolari, weke bilindtirin ixracata meha gulane ya diroke da hat tomarkirin. (İxracata Gulane) ve rekore rekoreke nü bi xwe ra aniye. İxracata me ya meha gulane di heman deme da li ser asta hemi mehan, bü bilindtirin ixracata mehane."

Erdogan diyar kir di penc mehen ewil da ixracata wan ya mal net 4,6 milyar dolar zede bü ü wiha peyivi, "Di se mehen ewil yen sale da ixracata me ya xizmete gori heman heyama par ji sedi 8 zede bü ü derket 19,9 milyar dolari."

Serokomar Erdogan bal kişand ser Pişteka Eximbanke ü wiha got, "Bi stratejiya me ya mezinbüne ya li ser binemaya veberhenan, istixdam, hilberin ü ixracate, eme sala 2024an ve pişteke derxinin 50 milyar dolari. Ji bo ixracatkaren xwe me mecbüriyeta hürkirina dovizan ji sedi 40i daxist, ji sedi 30i. Ev sererastkirin de ji duşeme şün da derbasdar be."

Erdogan destnişan kir li seransere sala 2024an da mezinbüneke hevseng ya neziki ji sedi 4 peşbini dikin ü wiha peyivi, "Peşekiya me ew e, em welat ji pirsa bihabüna jiyane rizgar bikin. Ji bo daxistina enflasyone em politikayen dahat, maliye ü pereyan bi hevsengi dimeşinin. Me gav avete serdemeke ku qaliteya mezinbüne zede dibe ü kompozisyon ji bi taybeti rehet dibe. Aboriya Tirkiyeye di dawiya ve pevajoye da ewe derkeve ligeke cihe. Dema em ji nediyariye rizgar bün ewe Tirkiye bibe seraktore ve serdema nü. Ekiba me ya aboriye ewe zedetir ü bi pergal agahiye bide cihana me ya kar, ji bo nehiştina qirejiya zanyariye ji eme gaven cihe biavejin. Karnameya yekem a sale ya aboriye geleki baş hat. Bernameya me her weki ku me texmin dikir, fekiye xwe dide." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '