Serokomar Erdogan: Divê ji kesê hov, rêbir û xwînxwar yê nav Netanyahu ra êdî bê gotin ku bisekine

Serokomar Erdogan: Divê ji kesê hov, rêbir û xwînxwar yê nav Netanyahu ra êdî bê gotin ku bisekine

02.06.2024 16:27

"Divê ji vî kesî hov, rêbir û xwînxwar yê bi navê Netanyahu yê ku herêma me û hemû dinyayê dikişîne nav felaketê ra êdî bê gotin ku bisekine" "Di mijara destûra nû da em samîmî ne, deriyê me ji lihevkirinê ra vekirî ye.

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Dive ji vi kesi hov, rebir ü xwinxwar ye bi nave Netanyahu ye ku herema me ü hemü dinyaye dikişine nav felakete ra edi be gotin ku bisekine."

Serokomar Erdogan di Civina İstişare ü Nirxandine ya 31em a AK Partiye da ya li Kizilcahamama navçeya Enqereye li oteleke hat lidarxistin, axivi.

Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku wek Tirkiye ew li her dere li diji zilm, qetliam ü beedaletiya ku 76 sal in dewam dike, itiraz dikin ü wiha dewam kir:

"Em bi hemü derfeten xwe va li cem gele Filistine ne. Dive ji vi kesi hov, rebir ü xwinxwar ye bi nave Netanyahu ye ku herema me ü hemü dinyaye dikişine nav felakete ra edi be gotin ku bisekine."

"Em bi rekeftineke berfireh pekva Tirkiyeye ji eyba destüra derbeye rizgar bikin"

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da qala xebaten ku ji bo destüra nü ten kirin ji kir ü wiha got, "Di mijara destüra nü da em samimi ne, deriye me ji lihevkirine ra vekiri ye. Li gori me rast nine ev mesele bibe gulaşa milan a siyasi. Em bi rekeftineke berfireh pekva Tirkiyeye ji eyba destüra derbeye rizgar bikin."

Serokomar Erdogan her wiha der heqe tekoşina diji terore da ji wiha got, "Heta ew cihen ku teror le derdikeve yen li bakure Iraq ü Süriyeye neyen paqijkirin, Tirkiye nikare bigiheje aştiye ü xwe ewle his bike."

"Em e teqez keşeya enflasyone çareser bikin"

Serokomar Erdogan der heqe enflasyone da ji axivi ü bal kişand ku ew e teqez keşeya enflasyone çareser bikin ü wiha got:

"Em e inşallah bigihijin enflasyona yekxaneyi. Me bere ev pek ani, inşelah em e disa pek binin. Niha lazim e ku em hemü bi hev ra tişten nü bibejin, heviye bidin milete xwe ü nexşereya ku ji derde milete me ra bibe derman derxin hole. Armanca me ew e ku em heyama 4 salan a be hilbijartine ji bo Tirkiyeye bikin heyama seferberiye ya ji bo xebat, berhem ü xizmetan." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '