02.06.2024 17:57
Seroke Şaxa Silemaniye ya Partiya Demokrat a Kurdistane (PDK) Ari Hersin diyar kir ku partiya wi we beşdari hilbijartinen parlamenteriye ya Herema Kurdistana Iraqe (HKI) bibe.
Seroke Şaxa Silemaniye ya PDKye Hersin civina çapemeniye li dar xist ü der bare beşdarbüna hilbijartinen meclisa HKIye ya partiya xwe da daxuyani da.
Hersin diyar kir ku PDK her wext ji bo hilbijartinan amade ye, le li ser mekanizmaya hilbijartine şiroveyen we hene ü wiha dewam kir, "Bi guhertinen ku heta niha (li ser kotaya kursiyen meclisa HKIye) hatin kirin, ere em e beşdari hilbijartina bibin."
Hilbijartinen parlamenteriye yen HKIye nezi 2 salan e ten taloqkirin
Li HKIye heri dawi di 30e İlona 2018an da hilbijartinen parlamenteriye hatin kirin. Pişti van hilbijartinan cara ewil hatibü daxuyandin ku di 1e Cotmeha 2022yan da hilbijartin werin kirin, le ji ber ku partiyen siyasi li ser qanüna hilbijartine, kotayen ku didin komen netewe ü dinan li hev nekirin, hilbijartin çendin caran hatin taloqkirin.
Dadgeha Federal a Bilind a Iraqe di 21e Sibate da biryar dabü ü HKI li ser çar heremen hilbijartine dabeş kiribü ü her wiha ew hukim dabü ku di Meclisa HKIye da ya bi 111 kursi, 11 kota ku 5 je ji bo Tirkmenan, 5 je ji bo Xiristiyanan ü 1 je ji ji bo Ermeniyan e, li diji destüre ye.
Di çarçoveya biryare da hatibü daxuyandin ku jimara qoltixen li Meclise ji dakeve 100i.
Pişti biryara dadgehe PDK ü hin partiyen siyasi yen Tirkmen ü Xiristiyan biryara boykotkirina hilbijartine dabün. Eniya Tirkmenen Iraqe ji gotibün ku ew e hewl bidin ku Tirkmen bi listeyeke beşdari hilbijartine bibin.
Yekitiya Niştimaniya Kurdistane (YNK) ji piştgiri dabü ku hilbijartine di wexte ku hatiye kifşkirin da were kirin.
Konseya Daraze ya Bilind a Iraqe di 21e Gulane da biryar dabü ku di Meclisa HKIye da ji bo Tirkmen, Xiristiyan ü Ermeniyan kotayeke 5 kesan were terxankirin.
Li gor ve ji 100 kursiyen Meclisa HKIye ji bo Hewler ü Silemaniye ji bo her yeke du kursi, ji bo Duhoke ji kursiyek werin terxankirin.
Li gori ve, li Hewler ü Silemaniye ji bo Tirkmen ü Xiristiyanan ji her yeke ra yek, li Duhoke ji ji bo Ermeniyan kursiyek wek kota hatin veqetandin.
Hilbijartina HKIye ya ku çendin caran hat taloqkirin, heri dawi ji bo 10e Hezirane dihat plankirin. Komisyona Hilbijartine ya Payebilind a Serbixwe ya Iraqe peşniyaz kir ku hilbijartin di 5e İlona 2024an da were kirin.
Te payin ku Seroke HKIye Neçirvan Barzani bi partiyen siyasi ra hevditine bike ü paşe ji bo navbera İlon ü Cotmehe dirokeke nü ya hilbijartine kifş bike. -