04.06.2024 15:27
Seroke Meclise Numan Kurtulmuş di çarçoveya hevditinen li ser qanüna bingehin a nü da Seroke Gişti ye HUDA-PARe Zekeriya Yapicioglu qebül kir.
Hevditin li meqame Serokatiya Meclise hat kirin ü nezi 40 deqiqeyan dewam kir. Pişti hevditine Yapicioglu daxuyani da rojnamegeran.
Yapicioglu diyar kir ku wan hevditineke mifadar kir, Kurtulmuş der bare hevditinen bori da ji ew agahdar kir.
Yapicioglu daxuyand ku ji bo pevajoya çekirina qanüneke bingehin a nü çi ji deste wan were we bikin ü destnişan kir ku pediviya Tirkiyeye bi qanüneke bingehin a bi temami nü heye.
Yapicioglu li ser giringiya pevajoye ya çekirina qanüna bingehin sekini ü wiha got, "Qabiliyet ü rayeya ve Meclise heye ku qanüneke bingehin a bi temami nü derxe. Dive ev Meclis xwedi li ve rayeya xwe derkeve. Usül teqadume esase dike.
Dibe ku xeten sor, peşani ü biveneviyen herkesi ji hev cudatir be. Lebele bira tu kes van peşdatir daneyne ser maseye ü pevajoya mizakereye tek nede, re le negire. Bira partiyen siyasi bikaribin ben cem hev. Hetta bira partiyen siyasi yen di Meclise da nayen temsilkirin, derdoren hiqüqe, derdoren akademiye ji bira tevli niqaşe bin ü em her wiha pekva niqaşe bikin ka em dikarin bi çi awayi li ser xaleke hevbeş ben cem hev."
Yapicioglu her wisa wiha dewam kir, "Heger hemü partiyen siyasi werin cem hev ü li ser xala hevpar niqaşe bikin, ev yek de ji hela asayibüna siyaseta Tirkiyeye va pir mifadar be. Em bi ve bawer dikin. Me ji Brez Seroke Meclisa me ra diyar kir, wek HUDA-PAR, em amade ne, li ser we maseye rünen ü ji bo berjewendiya gel çi pewist be ji bikin." -