Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn: "Tişta ku li Xezeyê diqewime dişibe tunekirina temamê gelê sivîl"

Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn:

06.06.2024 10:12

Seroke Dewleta Rüsyaye Vladimir Putin diyar kir ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan der bare Xezeye da hewldanen giring dide ü wiha got: "Tişta ku niha li Xezeye diqewime naşibe şer, dişibe imhakirina temame gele sivil."

Putin di çarçoveya Civina Aboriye ya Navneteweyi ya St. Petersburge (SPIEF) ya ku li Lahta Centere çebü da mevandariya reveberen ajansen nüçeyan en sereke yen cihane kir. Alikare Midüre Gişti ü Editore Ajansa Anadoluye (AA) Yusuf Ozhan ji beşdari civine bü.

Putin li vir axivi, destüra Amerika ü hin welaten Ewropaye yen ji bo bikaranina çeken ku dane Ukraynaye li ser axa Rüsyaye ten bikaranin nirxand.

Putin wiha got: "Rola arteşa Ukraynaye li vir çi ye? Hedefan diyar dikin. Le, ew biryar nadin ku ev hedef we ben ledan an na. Pentagon ji bo ATACMSe ü İngiliz ji ji bo Storm Shadowse ve yeke dikin."

Putin bal kişand ku Rüsya we bi awayeki "asimetrik" bersiva erişan bide ü wiha got: "Em e ve yeke binirxinin. Helbet em e peşi pergala xwe ya parastine ya hewayi peş bixin. Mafe Rüsyaye heye ku çeken düravej bişine li heremen ku dikare hedefen hesas en welaten çekan didin Ukraynaye bixin."

"Em dizanin ku Serokomar Erdogan ji bo çareserkirina pirsgireka (Xezeye) hewlen giring dide"

Putin di civina ku revebiren ajansen nüçeyan yen sereke beşdar bün da pirsa Ajansa Anadoluye ya der bare rewşa Xezeye da bersivand.

Putin pirsa Ajansa Anadoluye ya "Em dibinin ku li seransere cihane, li Amerika, Ewropa ü gelek deveren din bi milyonan kes ji ber erişen İsraile dadikevin kolanan ü ji hikümeten xwe dixwazin ku ji ve pirsgireke çareser bikin. Di ve mijare da planeke Rüsyaye heye? Di bin bane Konseya Ewlehiye ya Neteweyen Yekbüyi da planeke we ya hewldane heye?"

Seroke Rüsyaye Putin got, "Nuha tişten ku li Xezeye diqewimin naşibe cenge, ev dişibe tunekirina nifüsa sivil ji bini va."

Putine ku ji rewşa Xezeye DYA sucdar kir got, "Em bawerin ev encameke politikaya Amerikaye ye. Pevajoya çareseriye ji yekdestiya xwe ra dihele. Hemi amüren bi komi yen ji bo çareseriye ji seri va avetin heleke."

Putin destnişan kir ku dibe ku reveberiya DYAye di ware Xezeye da sekna weke "fikren kemtir, çareseriyeke xurttir" nişan dabe ü got, "Lebele di sepane da hat ditin ku rewş wisa nin e. Ne mimkun e ku bi reya hinek sedeqeyen maddi ji ev pirsgirek çareser bibe. Pedive esle kar, pirsen siyasi ben çareserkirin. Ev avakirina du dewletan e, wek ku di biryara Neteweyen Yekbüyi da ji bo avakirina du dewletan li ve axe hatiye peşbinikirin. Dewleteke Filistine ü dewleteke Cihüyan."

Putin tekezi li we yeke kir ku beyi ku behsa pirsen sereki be kirin, ne mumkun e mesele be çareserkirin ü got, "Me ji mej va, he ji serdema Yekitiya Sovyetan va Dewleta Filistine nas kiriye. Di ve mijare da sekna me neguheri."

Putin bal kişand ser we yeke ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji çareseriye hewleke mezin dide ü got, "Em dizanin ku Serokomar Erdogan ji bo çareserkirina ve meseleya lezgin ku ji demeke direj va berdewam e, xebaten mezin dide. Dema otoriteya Serokomar Erdogan a li hereme, cihane ü alema İslame berbiçav te girtin, em hevidar in ku tevkariya wi be ferqkirin. Em dibejin Rüsya ji bo çareseriya ve rewşe amadeye her tişti bike." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '