Fitbolheze Arjantini San Juan pişti tengasiya xwe ya aboriye bi duçerxeya xwe va bi re ket. Juan pişti Küpaya Dinyaye ya 2014an a li Brezilyaye ji bo ku di 2018an da ji piştgiriye bide Arjantine gihişt Rüsyaye.
San Juan tam 5 sal e di re da diçe ü 80 hezar kilometre li dü xwe hişt ü ser 37 welatan ra derbas bü. Pişti Amerikaya Başür, Amerikaya Navin ü Amerikaya Bakur bi balafire derbasi Ewropaye bü. Rewitiya wi ya Ewropaye ji Spaniyaye dest pe kir ü gihişt Rüsyaye. Li Rüsyaye Arjantine dişopine. Hedefa wi ya din ji Küpaya Dinyaye ya 2022an ku we li Qetere were lidarxistin.
San Juane ku li ser pişta duçerxeya xwe seba Küpayen Dinyaye peye Arjantine ketiye, daxuyani da nüçegihane AAye ü wiha got: "Li ser rüye dinyaye meriven pir kefxweş ü baş hene, jiyan ne tene ji pere pek te. Bi min tişteke bemefer tuneye, zedexwestin heye."
Juane Arjantini destnişan kir ku ew bi pereyeki pir hindik ü bi alikariya merivan en welaten ser reya wi va rewitiya xwe domandiye ü wiha dewam kir: "Mebest ji hatina min a Rüsyaye ew e ku ez ve yeke bidim nişani merivan, 'İnsan kinge bixwaze, dikare her tişti bike.' Dikare her tişti bike."
Aligire Arjantini wiha qala destpeka ve rewitiya xwe kir:
"Her tişti bi krizeke aboriye dest pe kir. Pişti kriza aboriye ya li Arjantine ez ji kar, mal, erebeya xwe büm. Pişti ve min bi malbata xwe ra xeberda ü min got ez e derkevim rewitiyeke wiha. Min gotibü ku ez e 15 rojan bi duçerxeye seyahat bikim. Min di ve rewitiya xwe da gelek malbat nas kirin ü hemü bextewar bün. Van merivan nişani min da ku ji bili xebat ü pere ji jiyanek heye. Ji ber ve ji pişti ku min ev malbat nas kirin ü şünda, min biryar da ku ez rewitiya xwe direjtir bikim. Cil ü bergeki van merivan tunebün ku li xwe bikin, le ji her kesi zedetir bextewar bün."
Aligire Arjantini ye 42 sali got ku wi pişti Küpaya Dinyaye ya li Brezilyaye kir hişe xwe ku here Rüsyaye ü wiha dewam kir: "Heke bibe qismet di Küpaya Dinyaye ya din da ez e li Qetere piştgiriya Arjantine bikim."
San Juan got ku ew li daristanen Amazone di çadire da diji ü li we dere mecbür e ku ji heywanen dirinde ji bireve.
Aligire Arjantini got ku ew e pişti Rüsyaye li ser Tirkiye ü Süriyeye ra derbas bibe ü here. -
|