02.06.2024 16:12
DAXUYANIYÊN WALITÎ Û ÎBByê Û HURGILÎ LI SER HATIN ZÊDEKIRIN.
Li Kuçukçekmeceya navçeya Stenbole avahiyeke 3 qati hilweşiya, kesek mir ü 8 kes ji birindar bün ku birindare dawin ji ji bine kavilan hat xelaskirin.
Li Taxa Kartaltepeye li ser xaçereya Kolana Şaredariye ü Kuçeya Geçite ji ber sedemeke ku he naye zanin avahiyeke 3 qati ya di sala 1988an da hatiye çekirin, hilweşiya.
Li ser agahdarkirine gelek ekiben agirkuj, tenduristi, poles ü AFADe çün cihe büyere.
Kesek bi xwe ji bine kavilan derket
Keseki ku bi derfeten xwe ji bine kavilan derket der bare kesen di hundir da mane da agahi da ekiban.
Pişti xebatan ekiban xwe gihand 7 kesen birindar yen ku rewşa 2 kesan giran e ü ew hatin xelaskirin.
Paşe ji 2 kesen wisa dihat texminkirin ku di bine kavilan da mane je cesede keseki ji bine kavilan hat derxistin.
Ekiban birindare dawin ji ji bine kavilan derxist.
Hat ragihandin ku beriya hilweşine teqinek çenebüye.
Nasnameya birindaran hat tesbitkirin
Polesan nasnameya kese ku miriye tesbit kir, li gor tesbite D.C. di büyere da mir.
Ji 8 birindaren ku rakirin nexweşxaneyen bajer rewşa S.D ü dergüşa 6 mehi A.C. ye giran e.
Daxuyaniya Walitiye
Li gor daxuyaniya Walitiya Stenbole li Taxa Kartaltepeye li ser xaçereya Kolana Şaredariye ü Kuçeya Geçite di dora saet 08.40i da avahiyeke 3 qati hilweşiya, ekiben AFAD, UMKE, agirkuj, şaredari, tenduristi, poles, legerin ü xelaskirine çün cihe büyere.
Di daxuyaniye da wiha hat gotin: "Di büyere da kesek mir ü 8 kes ji birindar bün. Di bin kavilan da kesek nemaye, ekiben legerin ü xilaskirine xebaten guhdarikirine ya li bine kavilan didominin."
Daxuyaniya Şaredariye
Şaredariya Bajare Mezin a Stenbole (İBB) ji daxuyand ku li derüdora avahiye ku hilweşiya kargeh, wesayit ü otobusa İETTye zirar ditine.
Daxuyaniye wiha dewam kir: "Xebaten legerin ü xelaskirine yen ekiban dewam dikin. 3 avahiyen li derüdora avahiye ku hilweşiyayi ji bo tevdire ji aliye ekiben şaredariya navçeye va hatin valakirin. Biryar hat dayin ku 5 avahiyen din en li derüdora we ji ji bo lekoline ben valakirin."
Dimene hilweşine di kameraya ewlehiye da te ditin
Dema ku avahi hilweşiya dimene we keliye ji aliye kameraya ewlehiye va hat qeydkirin. Di dimenan da te ditin ku dema wesayit ü minibusek derbas dibin avahi ber bi kuçeye va hildiweşe.
Di ve navbere da kesen li kolane ne direvin ü derüdora ku di nava toz ü xubare da dimine ji di dimenan de xuya dike.
Di videoye da te ditin ku otobuseke İETTye ya ku di re da diçe dema avahi hildiweşe disekine. Ev otobusa xerabüyi ji di çarçoveya xebaten ekiban da ji cihe büyere hat derxistin.
Serdozgeriye lepirsin da destpekirin
Ji aliye din va, Serdozgeriya Komare ya Kuçukçekmeceye ragihand ku der bare avahiya ku li navçeye hilweşiyaye da lepirsin hatiye destpekirin.
Di çarçoveya lepirsine da wekile serdozger e Komare ü 2 dozgeren Komare hatin wezifedarkirin.
Hat ragihandin pişti xebaten legerin ü xelaskirine ekibeke pispor a ji 3 kesan pek te we dest bi lekolinan bike da ku qisürek heye an tune be kifşkirin. -