Silqen ku ji zeviyen Qerse ten berhevkirin pişti ked ü zehmetiyeke mezin dibin şekir.
Li Akyaka ü Arpaçaya navçeyen Qerse welati çandiniya silqan zede dikin.
Serokatiya Odeta Ziraete ya Qerse ji ji bo kar ü bare welatiyan hesan bibe makineyan tinin navçeye ku silq bi van makineyan ben derxistin.
Silqen ten berhevkirin bi kamyon ü motoran tinin fabriqeye ü li vir ten kişandin. Paşe bi aveke fişar va ten şüştin da ku heri ü axa li ser silqan paqij be.
Pişti şüştine qalike silqan te jekirin, ew ten perçekirin, rindekirin, kelandin ü preskirin.
Dema silq di şerbeta germ da diminin kristalize dibin ü dibin şekir.
"İsal rekolte 40 hezar ton e"
Adem Ertaşe Seroke Odeta Ziraete ya Qerse ji nüçegihane AAye ra daxuyand ji ber şert ü mercen hewaye li Qerse danina silqan dereng dest pe kiriye ü wiha axivi: "Li gor bajaren rojavaye li Qerse heri kem mehek, 45 roj an ji 2 meh ferq çedibe. Pişti danina silqan di nav 15 rojan da ew şin dibin ü dema ew dibin çar bergi cotkar silqan kax dikin ü paşe gubreye direşinin. Pişti demeke kin ew disa bi destan ten kaxkirin, yen hevdu zeliqine yek je te derxistin. Dema silq dibin 6-7 bergi koka wan kürva diçe. Koka wan çiqas bigihije, silq ji ewqas mezin dibin."
Ertaş got ji ber axa reş a Qerse silq zü çedibin ü wiha dewam kir: "İsal li navçeya me Akyakaye li ser erdeki 6 hezar donimi, li Arpaçaye li ser 3 hezar ü 500 donimi, li Qerse li ser 400 donimi tevahi li ser 10 hezar donimi silq hatin danin. İsal rekolte 40 hezar ton e. Em makineyan didin cotkaren xwe ü piştgiriye didin wan. Dema karkeriya malbati diqede kar ji makineyan ra dimine. Me di sala 2016an de ji Almanyaye 2 makine anin ü em alikariya wan dikin. Makine di nav saeteke da ji 8-10 donim erde silqan derdixin."
Midüre Fabriqeya Şekir a Qerse Huseyin Guluşen ji behsa çekirina şekir kir ü got pişti şüştine ew di germahiyeke 72 pileyan da şerbete ji silqan derdixin.
Guluşen got pişti şerbete ew kirece dixin nav ku mikroorganizma te da neminin ü wiha dewam kir: "Ji bo kirec te da nemine ji em karbondioksite didin. Paşe bi hilm ü kelandine em dewam dikin, le di van karan da em hema wisa filtreye ji dikin. Di germahiyeke kem da em dipijinin ü bi vakume em şekire spi ye kristal bi dest dixin. Paşe em van şekiran ziwa dikin, sar dikin, dixin paketan ü difroşin." -
|