Qesra Spi der bare axaftina Serokomar Recep Tayyip Erdogan ü Seroke Amerikaye Donald Trump a li ser telefone da daxuyaniyeke niviski da ü got: "Trump ji ber hewldanen Tirkiyeye yen ji bo relibergirtina felaketeke mirovi nişan dide, spasiya Erdogan kir."
Alikare Berdevke Qesra Spi Judd Deere der bare axaftina li ser telefone ya Erdogan ü Trump da daxuyaniyeke niviski weşand.
Di daxuyaniye da wiha hat gotin: "Serok Trump der bare tundiya li İdliba bajare Süriyeye da fikaren xwe ani ziman ü ji ber hewldanen Tirkiyeye yen ji bo relibergirtina felaketeke mirovi nişan dide, spasiya Erdogan kir."
Hat gotin Trump ani ziman dive Rüsya dev ji piştgiriya rejima Esed berde ü ji bo şere navxweyi ya li Süriyeye çareseriya siyasi çebibe.
Ji bili ve Trump got li Libyaye mudaxaleya hezen ji derva we rewşe xirabtir bike. -
|