Wezire Vejene ye İsraile Yuval Steinitz got ku İsraile bi Erebistana Siüdi ku peywendiya wan a diplomatik tune ye, bi dizi "li diji İrane" peywendi danin.
Steinitz ji radyoya arteşe ya İsraile re axivi, li ser pirsa "çima ev peywendi veşartine" wiha got: "Bi piraniya welaten misilman re peywendiyen me hene le ev veşartine, em ji van peywendiyan şerm nakin, piri caran welate hember dixwaze ev veşarti be. Ji bo me ne pirsgireke le em ji bo daxwaza welate hember rez digirin. Ji ber ve yeke eşkere nakin."
Sererkane İsraile Gadi Eisenkot ji hefteya bori daxuyaniyek dabü İlafa rojnameya Erebistana Siüdi ü wiha gotibü: "Em amadene ku li hemberi İrane bi Erebistana Siüdi ü welaten erebi re tecrube ü agahiyen xwe yen istixbari parve bikin." -
|