Berhemen zanyaren misilman yen ku bi kifş ü berhemen xwe ji bo zanista dinyaye büne reber, di peşengeha "Siltanen Zaniste" (Sultans of Science) de li Navenda Zaniste ya Ontario ye (Ontrio Science Center) ya li Torontoye ten peşandan.
Peşengeha ku li Navenda Zaniste ya Ontarioye vebü ji her çine bala mirovan dikişine. Peşengeh di 7e adare de vebü ü heta 7e hezirane ji de dewam bike. Heri zede xwendekaren hindekariya seretayi ü malbaten wan bi berhemen ku li peşengehe ne re eleqedar dibin. Di peşengeha bi dirüşmeya "Agahiya 1000 sali ji nü ve hat kifşkirin" (1000 Years of Knowledge Rediscovered) de ji berhemen İbni Sina, bigrin heta yen Birüni, ji ye wi ji bigrin heta yen İbni Xaldün, Piri Reis ü gelek zanyaren misilman cih digrin. Peşengeha ku te de zanyaren misilman didin nasin ji aliye Enstituya Ereb ya Kanadaye ü Navenda Çanda Nüre ve hat organizekirin.
Di peşengehe de ji sedsala 8emin heta sedsala 18emin gelek berhemen zanyaren misilman hene. Ji berhemen ten peşandan yek ji Merike Robot e ku bi deste alime kurd Ebü'l İz İbni İsmail İbni Rezzaz El-Ciziri hatiye çekirin. Ji bili berhema Ciziri di peşengehe de Saeta Ava bi Fil ü Makineya Destnimeje ji gelek bal dikşinin.
Hin berhemen ku zanyaren misilman bi kar anine ji di peşengehe de ten nişandan. - Kanada
|